Wêje û nasname
Sîdar Jîr
Wêje xwedî risteke girîng e di avakirin û veguherîna nasnameyê de. Berhemên hunerî (mîmetîk) her çiqas vebeyandineke ji civakê be jî, di dema wergirtinê de ango vebeyîna li civakê jî de dibe faktoreke guherînê. Ji bo xwendevan an jî beþên din ên civakê, wêje di avakirina nasnameyê de û pêvajoyên wê de bi awayekî çalak cihê xwe digire.
Di xwedînasnamebûna neteweyî, olî, siyasî, çandî, zayendî û hwd. de rasterast xwedî risteke çalak e.
Di nava çeþnên wêjeyê de, yên ku di avakirina nasnameyê de herî bandor roman, helbest û çîrok in. Bêguman e ku bidestxistina nasnameyeke nû, li ser zemîna civak-nasnameyê pêk tê û ya ku herî zêde dikare vê yekê bi xurtî pêk bîne roman e. Roman dikare ji aliyê nasname û modernbûnê ve jî were nirxandin. Ji ber ku roman -tevî hemû cûreyên xwe bingeha xwe li ser civakê yan jî jinûvesazkirina ‘civakên xeyalî’ jî bi xwe re diafirîne. Bi vê rewþê, rasterast tesîrê li avakirina nasnameyeke din dike.
Hebûna wêjeyê ku ji rewþa civakî û pêvajoya dîrokî ne dûr û qetiyayî ye, rasterast di pêvajoya avabûna nasnameyê de jî xwe dide der. Di avabûna nasnameyê de mirov nikare tenê di çarçoveya estetîzmê de wêjeyê binirxîne . Wekî pêvajoyeke domdar divê were nirxandin… Wêje ew mekanîzma ye ku hewl dide hest û ramanên girseya ku pê re dikeve têkiliyê veguherîne, dirûv didê û tesîreke berbiçav li wê girseyê dike. Ev hêla wêjeyê jî bi awayekî civakî dike ku mirov berê xwe bide rabirdûyê û bi wî awayî dahatûyê binirxîne. Dema ku girse berê xwe bidin rabirdûyê û hewl bidin bi wê amûrê (wêjeyê) li dahatûyê binihêrin tê wê wateyê ku wêje rasterast tesîrê li þêweya jiyanê bi xwe jî dike. Ji ber ku hemû þêweyên jiyana civakekê di wêjeyê de cihê xwe digirin; ev yek jî avabûna nasnameyê bi xwe ye. Pêþî bi awayekî katharsîsî/kesayetî û paþê jî di parametreyên nasnameya civakî de roleke sereke dilîze.
Bêguman, wêje di avakirina nasnameyeke nû de, riya bîrdozî, hiþmendî û feraseteke dîtir a xwendevanên ku mûxatabên berhemên wêjeyî ne vedike. Wekî mînakeke berbiçav mirov dikare bi giþtî li ser têkiliya Þoreþa Fransayê û wêjeya wê serdemê hûr bibe û wê têkiliyê bêhtir veçirîne. Bi bayê Þoreþa Fransayê re wêjeya Fransewî li hemû cîhanê belav dibe û bi wî bayî re Fransewî dibe parçeyekî nasnameya rewþenbîriya wê demê ya cîhanê. Lewma wêjeya Fransewî jî rê li ber wêjeye ‘modern’ a cîhanê vedike û nasnemeya ku bi wêjeya klasîk ve pêk hatibû êdî ciyê xwe ji neçarî(ji ber hêza guherîner a þoreþ û wêjeyê) dide nasnameya neteweyî ya ‘modern’ û bi vî awayî li hemû cîhanê wêje ligel þoreþê dibe hêza herî xurt a avabûna nasnameyeke nûtir.
Ji ber ku wêje vegotina jiyan û helwesta netewe û welatiyan e, maka nasnameyê û hiþê civakê ye. Lewma jî wêje pergala vegotinkariyeke ku li ser bingehek xurt a çandî ava bûye. Bi vê yekê ve girêdayî mercên civakî û bingeha çandî di asoya wêjêyê de çiqasî tesîrê lê bike, wêje jî bi wî rengî tesîrê li civakê dike û dirûvekî didê. Ev tesîrkirin û dirûvdayîna civakê jî avabûna nasnameyê yan jî veguherîna nasnameyeke civakî bi xwe ye.
***
Nivîsên Sîdar Jîr ên ku berî vê di Diyarnameyê de hatiye weþandin:
- Wêje û Bîrdozî –III
- Wêje û Bîrdozî –II-