Diyarname
Ji hoparlorên Mizgefta Geylanî ya li Taxa Ataturk a li navenda Şirnexê ji dêvla banga mele sirûda "Herne Pêş" hate xwendin.
Êvarê saet li dor 9'an gel ji nişke ve dengê "Herne Pêş" bihîst. Ev rewş bi qasî 2 deqîqeyan dom kir. Li ser vê gel li dora mizgeftê kom bû. Pêre jî polîs hatin. Hate fêmkirin ku yekî ji kasetê Herne Pêş daye vegotin. Polîsan li mizgeftê teybek biçûk dît.
Polîsan gelê ku kom bûbû belav kir û dest bi lêkolînê kir. Tê gotin ku Însiyatîfa Ciwanên Apocî yên Şirnexê ev li dar xistine.
Gotinên Herne Pêş ji aliyê helbestvanê mezin Cegerxwîn ve hatine nivîsîn. Di salên 1970'yî de ji aliyê hunermend Şivan Perver ve hate xwendin û ji wê rojê ve wekî sirûdekê li nav kurdan belav bû.
Û vaye ji dengê Şivan Perwer Herne pêş: