logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin
news-details

Ji nû ve çapkirina hemû pirtûkên Helîm Yûsiv dest pê kir

Nivîskar Helîm Yûsiv beşdarî weşanxaneyê nû Peywend bû. Peywendê dest pê kir hemû pirtûkên Helûm Yûsiv ji nû ve çap dike

  • Dîrok: 06/11/2013
  • Beş: Berhem

Diyarname

Nivîskar Helîm Yûsiv beşdarî weşanxaneyê nû Peywend bû. Peywendê dest pê kir hemû pirtûkên Helûm Yûsiv ji nû ve çap dike. Ji wan sê heb çap kirin jî.

Weşanxaneya Peywend nû dest bi weşana xwe kir. Peywend ligel pirtûkên nû, hin pirtûkên nivîskaran ên berê hatine çapkirin jî çapa wan a nû dike û wan digire nava xwe. Yek ji wan Hesenê Metê ye ku weşanxaneyê çapa nû ya pirtûkên Metê yên bi navê "Epîlog", "Tofan" û "Gotinên Gunehkar" kir. Ji bilî Hesenê Metê, yek ji nivîskarên kurd ê beşdarî Peywendê bû jî nivîskarê Diyarnameyê Helîm Yûsiv e. Weşanxaneyê pirtûkên Helîm Yûsiv "Mirî Ranazin", "Mêrê Avis" û "Jinên Qatên Bilind" çap kir û yên din jî di rêzê de ne. Her wiha di bihara pêşiya me de dê romana nû ya Helîm Yûsiv jî derkeve pêşberî xwendevanan.

Weşanxaneyê heta niha sê pirtûkên çîrokan "Mirî ranazin", "Mêrê avis" û "Jinên qatên bilind" ên Helîm Yûsiv çapa wan an û kiriye û çapa nû ya romana "Gava ku masî tî dibin" jî bi rê de ye. Yên mayî jî wê biharê derkevin.

'Baweriya min bi rêveberên karê Peywendê heye'

Li ser ji nû ve çapkirina pirtûkan em bi Helîm Yûsiv re axivîn. Yûsiv ku pêşî pirtûkên wî li Avestayê, dûre li Lîs û niha jî li Peywendê dê derên û li ser pirsa "Çima derbasî weşanxaneyekî nû bûyî?" wisa got: "Ji 1996 ve ku pirtûka min a 'Mirî ranazin' wekî yekem pirtûka min a bi kurdî bû û heta 2006'an ku romana min a 'Tirsa bê diran' derket, dehan salan pirtûkên min ji hêla Weşanxaneya Avestayê ve derketin. Ji ber ku Avesta kar û barê xwe bi rêk û pêk dikir, ez tu carî nedifikirîm ku weşanxaneya xwe biguherînim. Vê dawiyê, ji ber sedemên cuda, neçar mam ku weşanxaneyeke din bibînim. Bi vî awayî min weşanxaneya Lîsê hilbijart. Di vê navberê re çapa yekem ji pirtûkên min qediya û divabû ez çapa duyem ji berhemên xwe derxînim. Di heman demê de, di derbarê avakirina weşanxaneyeke nû de, ku bi awayekî profesyonel kar bike, hatim agahdarkirin. Ev weşanxane jî Peywend bû, ku ji nû ve dest bi çapkirina berhemên min kiriye. Baweriya min bi birêveberên karê Peywendê heye ku wê heta radeyekê weşangeriya kurdî derbasî qonaxeke nû bikin."

Hestên bav û zarokan

Ji weşanxaneyeke derbasbûna yeka din hesteke cuda ye. Li ser pirsa me ya di vî warî de jî Yûsiv wisa dibêje: "Mirî ranazin" yek ji pirtûkên destpêkê yên Weşanxaneya Avestayê bû. Gava min çîrokên wê ji bo çapê amade kirin, wê gavê Avesta di qonaxa avakirinê de bû. Niha jî "Mirî ranazin", çapa nû, bû yek ji pirtûkên destpêkê yê weşanxaneya Peywendê. Ji bo min ev her du weşanxane, du qonaxên cuda ne. Wisa jî xwedî du hestên cihê ne. Bi kurtayî. Piştî rakirina qedexekirina li ser kurdî li Tirkiyê û li Bakur, avakirina Avestayê, wekî weşanxaneyeke nû û pê re jî derketina yekem pirtûka min a bi kurdî, kêfek da min, wisa dişibe kêfa bavekî bi yekem zaroka wî. Ez xwe xwedî şens dibînim ku bi berhemên xwe beşdarî wê qonaxa destpêkê ya jidayikbûna pirtûkên kurdî ên xweşik û "legal" bûm. Niha rewş cuda ye. Me zêdeyî bîst salan li pey xwe hiştiye. Zarokên wê demê mezin bûn. Bûne bûk û zava. Bûne dê û bav. Derketina hemû berhemên min ji nû ve, ji hêla Peywendê ve, hestên bavekî ku zarokên xwe dizewicîne û wan bi jin û mal dike. Qonaxeke nû ye. Hest in xweş in, lê ji wan hestên qonaxa din gelekî cudane "

Romana nû biharê tê

Em dibihîzin ku Yûsiv li ser romana xwe ya nû dixebite û bi vî awayî bersiva pirsa me ya li ser romanê dide: "Romana min a nû ber bi qedandinê ve diçe. Hêviya min ew e, ku romana min a nû jî bi qedandina weşandina hemû berhemên min re bê weşandin." Wisa diyar e ku romana wî ya nû dê bahara 2014'an de bê weşandin.

Wekî agahiya dawî: Weşanên Peywend niha li Fûara Pirtûkan a Stenbolê di salona 10'an, nimreya 105'an de pirtûkên xwe pêşkêşî xwendevanan dike.


Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Berhem - Nivîsên Dawî
news
  • 21 10 2026

Pirtûkeke nû, 'Şebrona' hat

news
  • 15 10 2026

'Dengê Helbesta Kurdî' derket

news
  • 13 10 2026

Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news
  • 12 10 2026

Çîrokên ji 'Şewtbihêrk'ê hatin

news
  • 06 10 2026

'Vateyê Verênanê Zazakî' veciya

news
  • 04 10 2026

'Destpêk û dîroka sînemaya kurdî' derket

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Sipîkera Qedafî bi çek derket ekranê

ad

Li Koşuyoluya Amedê teqîn: 4 birîndar hene

ad

Amadekariya pêşangeha wêneyan berdewam dike

ad

Maçên Lîga Şampiyonan: MC û Chelsea bi avantaj vegeriyan mala xwe

ad

Karîkaturek ji Demîrtaş: Kuro telgirafên xelkê nexwînin eyb e!

ad

Li Edeneyê fîlmê 'Sonbahar' bi ser ket

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname