Diyarname
Avakarê Kalan Muzîkê Hasan Saltik ji ber qeyrana dil mir. Hunermend Ferhat Tunç ev agahî ragihand.
Tunç ji ser hesabê xwe yê twittirê re ev agahî belav kir. Tunç wisa got, "Min bi xemgînî bihîst ku xwediyê Kalan Muzîkê û hemşeriyê me Hasan Saltik ji ber qeyrana dil miriye. Ez ji bo hemû malbata wî û hezkiriyên wî sersaxî dixwazim. Bila dewra te daîm be."
Hasan Saltik kî ye?
Sazkarê muzîkê Hasan Saltik di sala 1964'an de li Hozata Dêrsimê hatiye dinê. Wî di sala 1992'yan de Kalan Muzîk ava kir ku vê kompaniyê di warê muzîkê de gelek xebatên hêja kirin. Saltik roja 02.06.2021'ê mir.
Bi mirina wî re ligel Ferhat Tunç, gelek hunermendên wekî Sabahat Akkiraz, Şevval Sam, Haluk Levent, ÎLkay Akkaya, Mazlum Çimen, Tolga Sag


