Diyarname
10'emîn Festîvala Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê bi konsera dawî bi dawî bû. Bi deh hezaran beşdarî konserê bûn.
Konsera dawîlêanîna festivalê li Stada Dêrsimê li dar ket. Di konserê de li hemberî bendav û operasyonan nerazîbûn hat nîşandayîn. Di şevê de Şaredara Dêrsimê Edibe Şahin sipasiya xwe pêşkêşî mêvanan kir. Şahin got ku wan di çarçoveya festîvalê de peykerê Seyid Riza çikandin û nîşan daye ku tirsa parçebûnê bêsedem e. Şahin wisa got: "Ez hêvî dikim dê peykerê Seyîd Riza bibe gavek ji bo aştiyê."
Piştî axaftinê Grup Vardiya û Grup Munzur derketin ser dikê û stranên xwe pêşkêş kirin.
Dûre hunermend Serhado, piştî wî jî Ferhat Tunç derket ser dikê. Tunç bi "Ozgurluk Mahkumlari" dest pê kir, qala doza ku dixwazin 15 sal ceza bidin wî kir û got ku ji bo rawestandina şer, ji bo aştiyê ew amade ye ku berdêlê bide.
Herî dawî Koma Agirê Jiyan derket ser dikê û bi stranên xwe coşeke mezin da temaşvaran. Bi vê konserê Festîvala Mûnzûrê heta saleke din xatir xwest.
Nûçeyên eleqedar:
- Baydemir: Digel TBMM'ê wê Parlemena Kurdistanê jî hebe
- Li Dêrsimê peykerê Seyîd Riza hate çêkirin
- Deqe bi deqe bernamey Festîvaley Mûnzûrî


