Diyarname
Konseya Çapemeniyê (Basin Konseyi- BK) ya Tirkiyeyê xebateke li ser girtiyên di zindanan de û sedema girtina wan da dest pê kirin.
Sekreterê Giştî yê Konseya Çapemeniyê Ersu Oktay Huduti daxuyaniyeke ji saziyên çapemeniyê re şand û xwend ku sazî der barê xebatkarên wan ên girtî de agahiyan ji wan re bişînin. BK bi vê dixwaze diyar bike ku çend rojnameger di girtîgehê de ne û ji ber çi hatine girtin.
Li ser vê BK dixwaze saziyên ku rojnamegerên wan girtîne û sedema vê girtinê heta 23'yê vê mehê ew ragihînin wan.