Diyarname
Li Londona Îngilistanê bi mezatekê tabloya wênesazê spanyolî Pablo Picasso bi 52 mîlyon dolarî hat firotin.
"Portreya Angel Fernandez de Soto" ku yek ji berhemên Picasso ye û wî ev bi "Serdema Hêşîn" bi nav kiribû hat firotin. Mezata ku Şîrketa Mezatxaneya Christie'sê li dar xist tablo bi 52 mîlyon dolarî hat firotin.
Li ser navê saziyeke xêrkirinê Andrew Lloyd-Webber tablo kirî.
Tablo bi buhaya herî kêm ku diyar kiribûn hat firotin. Digel vê yekê tabloya wênesazê fransiz ê wênesazê empresyonîst Claude Monet bi navê "Nîlufer" nehat firotin.


