Batman
Der barê Serokê kurdî-Dera Batmanê Abdullah Bati de di sala 2007'an de dozek hatibû vekirin. Piştî ku ew doz bi cezayê hepsê bi dawî bû, Bati hat girtin û ew şandin girtîgehê.
Serokê Kurdî-Derê Bati di sala 2007'an de ji ber belavok belav kiriye bi îdîaya "Propagandaya rêxistinê kiriye" hatibû girtin û piştî 9 mehan serbest hatibûn berdan. Lê niha doz bi dawî bû û cezaya wî ya 3 sal û 3 mehan a hepsê hat erêkirin. Li ser vê Bati roja 8'ê mehê ji aliyê polîsên sivîl ve hat girtin û ew şandin Girtîgeha Tîpa M ya Batmanê.


