logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  2. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî
  3. Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn
  4. Heta 2035'an hejmara rojnamegeran dê nîvî nîvî kêm bibe (Lêkolîn)
  5. Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya
news-details

Ev anket dê moralê AKP'ê xira bike

Li Wanê encama anketa di navbera 13-16`ê reşemiyê de hatiye çêkirin derkete holê ku DTP bi ferqeke mezin li pêşiya hemû partiyan e.

  • Dîrok: 22/02/2009
  • Beş: 2009, Hilbijartina Herêmî

Fatma Koçak - Erdogan Altan - Wan

Li Wanê encama anketa di navbera 13-16`ê reşemiyê de hatiye çêkirin derkete holê ku DTP bi ferqeke mezin li pêşiya hemû partiyan e.
Di anketê de DTP`ê ji sedî 44 û AKP`ê ji sedî 32 deng girtin. Balkêş e ku ji hilbijêrên di 22`yê tîrmehê de dengên xwe dane AKP’ê ji sedî 30`ê wan piştî polîtîkayên AKP`ê yên demên dawî biryar guhertine û piştgiriyê didin DTP`ê. Di anketê de encameke balkêştir jî alîkariya AKP`ê ya li xizanan belav dike ye. Her wiha ji sedî 97`ê kesên beşdarî anketê bûyîn, diyar dikin ku alîkariyên AKP belav dike li ser dengên wan bandorê nake. Koordînatorê Lêkolînê Sosyolog Murat Akdag, diyar kir ku helwesta Erdogan a li Davosê berovajî bajarên din ên Tirkiyeyê li herêmê bandor nekiriye.
Bi nêzîkbûna hilbijartinan anketên der barê mijarê de jî zêde dibin. Li gorî encamên du anketên di mehên çile û sibatê de ji aliyê Şîrketa Orîent Farma li Wanê çêkirîn de DTP bi ferqeke mezin li pêş e. Anketa yekemîn di navbera 11 û 15`ê çileyê de hate çêkirin. Di çarçoveya anketê de li 602 malan bi welatiyan re hevdîtinên rû bi rû hatin kirin. Di encama anketê de derket holê ku ji sedî 33`ê dengê xwe didin DTP`ê, ji sedî 32 jî didin AKP`ê. Ji sedî 29`ê wan jî bêbiryar bûn.
Ji sedî 4 jî partiyên din tercîh dikirin. Di anketa duyemîn a di 13-16`ê sibatê de hate çêkirin îbreya dengan ji bo DTP`ê nîşan da. Di çarçoveya anketê de li 26 taxan li 306 malan hevdîtinên rû bi rû hatin çêkirin. Di anketa ku mehek navberê de derbas bûye de, ji sedî 44`ên hilbijêran diyar kir ku dê dengê xwe bidin DTP`ê. Her wiha dengên AKP cardin neguherîn û ji sedî 32 man. Di anketa mehek berê hatibû kirin de ji ew kesên bêbiryar mabûn ji sedî 20`ê wan diyar kirine ku ew dê dengê xwe bidin DTP`ê.

HÊVIYA JI BO PÊŞEROJÊ
Di anketa meha sibatê de pirsa, "Gelo alîkariyên AKP belav dike bandorê li ser dengên we dike?" bû. Ji sedî 97`ê beşdarî anketê bûn, diyar kirin ku bandorê li ser dengên wan nake. Ji sedî 3`yê wan jî diyar kirin ku bandorê dike. Cardin pirsa "Tirkiye dê di nav salekê de ber bi başiyê ve biguhere?" ji hêla ji sedi 48`ê beşdaran ve bi neyînî hate bersivandin. Hemwelatiyan diyar kir ku Tirkiye dê ber bi xirabiyê ve biçe. Koordînatorê Lêkolînê Sosyolog Murat Akdag, diyar kir ku di anketa meha çileyê de xwestine helwesta hilbijêran tespît bikin. Akdag, da zanîn ku di anketa meha sibatê de jî ligel tercîha siyasî xwestine hêviya wan a hilbijartinê û daxwazên wan a giştî tespît bikin. Akdag, destnîşan kir ku derbarê hilbijartinê de tercîha hilbijêran ji sedî 70`ê wê her tim net e, lê ji sedî 30`ê bêbiryar e û ev bêbiryar li ser encaman bandorek mezin dike. Akdag, anî ziman ku ev yek jî 30 û 90 rojên dawî li gor pêşketinên siyasî û xebatên partiyan kişf dibe. Akdag, derbirî ku bi taybetî berî 20 rojên dawî biryar zelal dibe. Akdag, wiha got: "Me sedî 4 payê xetayê da lêkolîna xwe. Li gorî encama van du anketan derketiye holê, divê mirov helwesta gel a li dijî bûyerên siyasî û civakî ku diqewimin, baş analîz bike. Divê daxwazên welatiyên ku li bajarên tirkan dijîn ên li bajarên kurdan baş bên fam kirin."

DAVOSÊ FAYDE NEKIR
Li ser mijarê Akdag, diyar kir ku sedema zêdebûna dengên DTP`ê ew e ku helwesta Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan a li Davosê li ser welatiyên heremê bandorek neyînî kiriye. Akdag anî ziman ku hemwelatî pirsa, "Tu ji bo Filistînê ev qas hewil didî çima ji bo herêmê û kurdan tiştek nakî?" dikin. Akdag, ev tişt gotin: "Helwesta Erdogan a li Davosê bandora li ser welatiyên heremê din a Tirkiyeyê kirî li ser kurdan nekiriye. Erdogan ji bo parastina mafên gelê Filîstînê dewletên cîhanê hilda hemberê xwe. Lê li herêmê ew qas bandor nekir. Heta bandorek neyînî kir. DTP`ê cotestandardiya wî ya li hemberî pirsgirêka Filistîn û kurdan nîşan da." Akdag, anî ziman ku Erdogan li aliyekî Hamasê wek vîna Filîstînê dibîne û muxatab digire, li aliyê din jî DTP`ê ku li ser navê kurdan siyasetê dike, veder dike û destê wan nagire. Akdag, wiha pê de çû: "Welatiyên ku vê nakokiyê dibînin, sempatiya li hemberî Erdogan a beriya 22`ê tîrmehêterk dikin."

GEL AŞTIYÊ DIXWAZE
Akdag, destnîşan kir ku di lêkolîna li tevahiya Tirkiyeyê tê kirin de, pirsa hêviya we ya ji siyasiyan çiye bi piranî bersiva `Beydakirina kar` tê dayîn û wiha domand: "Lê li herêmê ev yek diguhere. Ji sedî 49`ê welatiyan aştiyê û aramiyê dixwazin. Di navginekî ku qeyran ewqas kûr bûye de li Wanê rêjeya ku dibêjin `betalî` ji sedî 24 e. Divê em van encaman baş bixwînin. Ligel qeyrana aborî dîsa welatiyên vir aştî û aramiyê dixwazin." Akdag, wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ligel qeyranê, encamek wiha li Wanê derket, eslê xwe welatiyên herêmê misyonek çewa didin hilbijartinê derdixe holê." (DÎHA)

Ji Azadiya Welat hatiye girtin

Parve Bike

Youtube Me

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news
2009, Hilbijartina Herêmî - Nivîsên Dawî
news
  • 16 09 2010

'Li Çewlikê hejmara dengan ji hejmara hilbijêran zêdetir e'

news
  • 07 06 2009

Li Girêmîra dîsa DTP bi ser ket

news
  • 07 06 2009

Li Gimgimê DTP bi ser ket

news
  • 01 06 2009

Hilbijartineke biçûk a herêmî

news
  • 26 05 2009

Dadgeh li benda bersiva meclisê ma

news
  • 03 04 2009

Hemû agahiyên li ser hilbijartinê

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Li ser sînorê Lubnanê agir gur dibe

ad

Wêneyê Rojê: Peykerên tazî yên Trump

ad

Ji bo Kûpaya Ziraatê pişke hat kişandin

ad

25 kamyon ji Mêrdînê ber bi Kobanî ve ketin rê

ad

Fotoyê îro ev e, çima?

ad

Galatasaray rastî dêwek hat!

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026
news

PFDK'ê ceza li Amedsporê birî

  • 23 10 2026
news

Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn

  • 23 10 2026
news

Heta 2035'an hejmara rojnamegeran dê nîvî nîvî kêm bibe (Lêkolîn)

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname