Meriv gur nake þivanê berxan !
Zinarê Xamo
Bi dîtina vê xeberê û vê vîdeoyê wek kurdekî ji hêrsa lerzekê girt bedena min, meriv hewqasî jî xwe teslîmî neyarê xwe nake, hewqasî jî baweriyê bi taximekî tirk nayne.
Em zanin hemû berpirpirsiyarên taximên tirk neyarên kurdan in. Em viya maçên Amedsporê bi taximên tirk ra baþ zanin. Axir çi be jî meriv rê nade GS were li Kurdistanê bi cî bibe û meriv zarokên xwe bi destê tirkên GSyê.
Li dinyayê antranor nemîne jî meriv zarokên xwe, gencên xwe teslîmî taximê GSya tirk nake.
Berpirsiyar û rêvebirên Kurdistana baþûr di bin navê sporê da bi kêfxweþî zarokên me teslîmî gurên har kirine.
Ha te gur kiriye þvanê berxan, ha te yekî GSê kiriye antranorê zarokên kurd qet ferq nake, eynî tiþt e.
GSyê sê kulûbên wek viya li Kurdistanê vekirine û bi sedan zarokên kurd teslîmî van gurên har kirine.
Ev skandal e !
Ev, alîkariya bi dagirkeriya siyasî, kulturî û zimên ra ye, dixwazin Kurdistana baþûr jî bikin kolîniyekê Tirkiyê.
Çima ne antrenorekî swêdî, alman, îngilîz, fransiz, îtalî, îspanî, lê yekî TIRK û him jî ji taximê GSyê ?
Meriv ne heyranê neyarê xwe be zarokên xwe teslîmî taximê GSyê nake, tirkekî GSê nake antranorê zarokên xwe.
Dibê kurdên baþûr li dijî van kulûban derkevin û zarokên xwe teslîmî van guran nekin.
Ji bloga wî Hindik-Rindik hatiye girtin
**
REKLAM