logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. 27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne
  2. 'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar
  3. Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê
  4. KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan
  5. Rojnameger Helkewt Ezîz di qezayê di mir
news-details

‘Rêveberiya Rojava wê bibe mînaka çareseriyê û yekîtiya gelan’

Endama Desteya Bilind a Kurd Îlham Ehmed, bal kişand ku rêveberiya dê li rojavayê Kurdistanê bê avakirin wekî hikumet an

  • Dîrok: 17/07/2013
  • Beş: Nûçe

QAMIŞLO

Endama Desteya Bilind a Kurd Îlham Ehmed, bal kişand ku rêveberiya dê li rojavayê Kurdistanê bê avakirin wekî hikumet an jî dewlet nabe û veqetîna ji Suriyê hedef nagire. 

Ehmed, destnîşan kir ku şeklê rêveberiyê wê ji aliyê hemû pêkhateyên herêmê ve bê diyarkirin û encama ku wê derkeve holê jî wê li ser esasê çareseriya pirsgirêkan û yekîtiya gelan be, her wiha dê bibe mînaka çareseriya pirsgirêka Suriyê.

Endama Desteya Bilind a Kurd Îlham Ehmed, derbarê nûçeya ku ANHA’yê çend roj beriya niha derbarê rêveberiya demî ya Rojavayê Kurdistanê de weşandibû û li herêmê dengekî mezin veda de, agahî dan ajansa me. Îlham Ehmed got ku li ser rêveberiya herêmê nîqaş û lêkolîn têne meşandin û li ser sedem û pêwîstiya vê xebatê rawestiya.  

Ehmed, destnîşan kir ku şertên Rojavayê Kurdistanê rêveberiyek bi vî rengî ferz dike û wiha dom kir: “Piştî rejîm ji herêmên Rojavayê Kurdistanê hate derxistin, pêwîstî derketiye holê ku êdî hemû pêkhateyên herêmê bibin xwedî biryar û rêveberiya xwe ya nû ava bikin.”

‘Rêveberî wê hemû pêkhateyan dibin sîwaneyekê de kom bike’

Îlham Ehmed, li hemberî nûçeyên ku derbarê mijarê de di hinek saziyên çapemeniyê de hatin weşandin û îdîa dikin ev rêveberî dê bibe tehdîtek nerazîbûn nîşan da û diyar kir ku rêveberiya wê bê hilbijartin bi şiklekî ku li ser herêmên din, gelên herêmê û welatên cîran bibe tehdît nabe. Ehmed têkildarî mijarê ev tişt anîn ziman: “Ev rêveberî hem wê karibe herêma Rojava bi rê ve bibe, hem jî karibe şoreşa Suriyê bigihîne asta serkeftinê. Wê rêveberiyek demokratîk be û hemû pêkhateyên herêmê yên wekî kurd, ereb, suryanî, ermenî, asûrî, durzî, elewî di Suriyek demokratîk û pir rengî de, dibin sîwaneyekê de kom bike, her wiha li dijî êrîşan gel biparêze û pêdiviyên gelan pêşwazî bike.”

‘Divê êdî Rojava bibe xwedî statuyek’

Endama Desteya Bilind Ehmed bal kişand ku divê êdî gelê Rojava bibe xwedî statuyekê da ku karibin bi yek nêrînê tevlî hemû civînên navnetewî yên li ser çaresûna Suriyê têne lidarxistin bibin û gelên Rojava beşdarî wan civînan bikin, her wiha modela xwe ya Suriyeyek pir rengî bidin nasîn.

‘Lêkolîn têne kirin’

Ehmed derbarê nîqaşên li ser rêveberiya herêmê de jî agahî dan û wiha axivî: “Ev nîqaş hatine destpêkirin. Em hîn di nava lêkolînê de ne û li ser mijarên wekî ‘modelek çawa, şêwazek çawa, bi pêkhateyên herêmê re lihevhatinek çawa?’ nîqaşan didin meşandin. Di demeke pir kurt de jî em ê dest bi hevdîtinan bikin û bigihîjin nêrînên zelal.”

‘Şeklê rêveberiyê wê civak diyar bike’

Ehmed, li ser şeklê rêveberiya wê bê diyarkirin jî ev agahî dan: “Şeklê rêveberiya ku lêkolîn li ser tê meşandin, wekî ku niha di hinek saziyên çapemeniyê de tê nîqaşkirin, bi şêwazê hikumetek fermî yan jî dewletekê nîn e. Rêveberiyek demokratîk ku ji nava herêmê derketiye, bi hilbijartinê hatiye diyarkirin û hemû pêkhate wê rengê xwe tê de bibînin. Yanî wê rêveberiyek bê diyarkirin, lê şeklê rêveberiyê dê di encama hevdîtin û nîqaşan de diyar bibe.”


Hevpeymana civakî

Ehmed, da zanîn ku li gel xebatên rêveberiya herêmê niha xebatên amadekirina hevpeymana civakî jî têne meşandin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev xebat bi rengê pêşnûmayê ye û piştî hate temamkirin wê pêşkêşî hemû pêkhateyên herêmê, aliyên siyasî û baweriyê bê kirin. Piştre jî wê pêşkêşî raya gel bê kirin û bê erêkirin.”

‘Daxwaza veqetînê hebûya wê ji zûde çêbibûya’

Li ser nûçe û nirxandinên ku tê îdîakirin piştî diyarkirina rêveberiyê wê Rojava ji Suriyê veqete jî Ehmed, anî ziman ku ev nûçe ji rastiyê dûr in û ev tişt got: “Tişteke wekî veqetîna ji Suriyê û serbixwebûnê nîn e. Ger ku tiştekî wisa hebûya, wê ji mêj de ev yek pêk bihata û ev şert jî hene. Perçekirina axan û welatan nêzîkahiyek li dijî berjewendiyên gelan e. Em çiqasî yekîtiya civakan pêk bînin, wê hêza civakê ewqas mezintir bibe û derfetê azadiyê zêde bibin. Veqetîna ji Suriyê çarenûsa kurdan jî nayîne. Li ser vî esasî em hewl didin ku vê projeya xwe ya demokratîk û xweser bidin qebûlkirin û nasîn. Mînakên wekî vê niha li gelek welatên cîhanê yên wekî Swîsre û Belçîka jî hene. Avakirina rêveberiya herêmê jî wê li ser vî esasî be û di heman demê wê bibe rêya çarenûsa pirsgirêka Suriyê.” 

ANHA

 


Parve Bike

Youtube Me
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 07 06 2026

KNK: Ji bo kurdan emê ji Neteweyên Yekbûyî 'statuya neteweya çavdêr' bixwazin

news
  • 06 06 2026

Meseleya pêkenoka Rahmi Koç û heqareta li jinên kurd

news
  • 04 06 2026

Alinak ji ber pirtûka 'Mehmet Tunç û Bêkes' hat girtin

news
  • 04 06 2026

Ji bo lêkolîner û nivîskar Mehmet Bayrak çalakiya "Rêzgirtinê" tê lidarxistin

news
  • 01 06 2026

Li 28 gund û 8 taxan wê çalakî hebin

news
  • 01 06 2026

Îlham Ehmed dimay Efrînî, şî Şêxmeqsûd

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Li ser Çemê Botanê bendav hat çêkirin

ad

Di romana "Bawerî" ya Ahmedê Hepo de perspektîfa rizgarbûna ji trajediyê

ad

Demokrat di Senatoyê de jî bi ser ketin

ad

AKP'ê parêznameya xwe pêşkêş kir

ad

Ahmet Turk: Eger ez ciwan bama ezê biçûma Kobanê minê şer bikira

ad

Angelina Jolie jî pirtûk nivîsî

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne

  • 07 06 2026
news

'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar

  • 08 06 2026
news

Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê

  • 07 06 2026
news

KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan

  • 07 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname