Li Sri Lankayê bi qasî 100 gerîlayên berê bi daweteke giştî zewicîn.
Li Sri Lankayê gerîlayên Pilingên Rizgariya Elam ên Tamîlê li dor 25 salan li hemberî hikumetê şer kirin. Di encamê de derbeyek mezin jî xwarin. Gelek ji wan hatin kuştin, gelek jê jî hatin girtin. Hikumetê di encama rehabîlîtekirina hin gerîlayan de ji bo wan mesarima birîna mehra ji bo zewacê li dar xist û 53 cot zewicîn. Şahidiya mehra wan lîstikvanê navdar ê Bollywoodê Vivek Oberoi kir.