Diyarname
Şîrketa Lêkolînê SONAR li ser referandûma ku dê 12'yê mehê li dar bikeve lêkonînek çêkir. Hate gotin ku 'Na' hindek li pêş e.
SONAR'ê di navbera 15'ê gelawêjê û 1'ê rezberê de li bajarên wekî Stenbol, Enqere, Îzmîr, Edene, Afyon, Antalya, Balikesir, Bursa, Çanakkale, Çorum, Denizli, Amed, Erzîncan, Erzerom, Eskişehir, Entab, Mereş, Qers, Kastamonu, Kayseri, Kirşehir, Konya, Kutahya, Meletî, Mêrdîn, Mêrsîn, Mugla, Ordu, Sakarya, Samsun, Sinop, Sêwas, Riha, Tekirdag, Tokat, Trabzon, Uşak, Wan û Zonguldak, bi giştî li 39 bajaran bi 8 hezar kesî re hevdîtin çêkir.
Di encama vê lêkolînê de sedî 44.41 dengên 'na', sedî 44.18 dengên 'erê' derketine û sedî 4.12'an jî gotiye ku wê boykot bikin. Her wiha 7,28 jî hê biryara xwe nedane ku çi dengî bikar bînin. Piştî belavkinina dengê yê hê biryara xwe nedan û yên neçin ser sindoqê jî tê belavkirin encam ev derketiye: Sedî 50.13 na, sedî 49.87 erê.


