Luqman Guldivê
Berhemên lîrîk li cem berhemên epîk û dramayê, cureyê sêyem ên edebî ne. Bi maneya vî navê xwe, behsa wan gotinên li hev hatî anîn ên li ber lêxistina lîrayê (harpeke piçûk a Yewnana kevin e) dike; lê bi terîfeke giştî helbestên bi ristan îfade dike. Hin xisletên wan yên sereke ji ber forma wan in; xurtiya forma gotina wê, dizikhevdebûn û şidayîbûna îfadeyê (em dikarin her wiha semantîka dewisandî jî bibêjin), û helbet destgirtîbûna zimanî (wecz, jîrî û aqil) e. Her helbest ji bo her mirovî ne helbest e, bi maneya di her helbestê de her mirov estetîka îfadeya edebî nabîne û jixwe belkî di vê serdemê de postmodern (di warê hunerî de ne ya nû, lê rekombînasyon û ji nû ve bikaranîna fikrên heyî li navenda hilberîne hunerî ye) jî kevin dibe, derdekî estetîkê yê şairan jî nemabe, û mabe jî belkî ew estetîk û estetîka konvensiyonel hev negirin.
Yanî wê sala ku peyva postmodern hîna nû hatî bikaranîn, belkî salekê paşê, Gulana sala 1871'ê Arthur Rimbaud nameyek ji Demeny re nivîsî û di wê nameyê de helbesteke bi navê “Dilê dizî” ya vî şairê hanê hebû. Beşa wê ya dawî belkî weke li jêr karibe bê wergerandinî Kurmanciyê:
Çaxê ku wan ê titina xwe ya cûtinê ziwa kiribe
Mirov çawa bike, ho dilê dizî?
Ev ê bibin îskeîskên Bakxosî*
Çaxê ku wan ê titina xwe ya cûtinê ziwa kiribe
Wê qolinc bigirin zikê min,
Ez bi xwe, heger dilê min dîsa hatibe daqurtandin:
Çaxê ku wan ê titina xwe ya cûtinê ziwa kiribe
Çawa bikim, ho dilê dizî?
Ev dawiya şiireke Rimbaud ya li jor, têra xwe delîl e ji wê yekê re ku helbesta wî ji xelkê bêhtir ji bo şairên hingê şokeke mezin bûye. Lê, tê de estetîkeke diyar, peyamên xurt ên ku bi forma terîfa giştî ya berhemên lîrîkê re li hev dikin hene. Ergîn Sertem hin berhemên Rimbaud wergerandine Kurmanciyê; wî ew berhem bi Kurmanciya xwe jî xemilandine. Ji bo “Départ”a (Çûn) wî, Ergîn Sertem ev kirasê hanê di Kurmanciyê de fesilandiye:
Têr dîtî. Dîmen li hemî hewayan rast hat.
Têr hebûyî. Pêjna bajaran, bi şev, li ber tavê, û her gavê.
Têr zanî. Îzgehên jînê. — Ho Pêjn û Dîmenno!
Çûn di nîveka deng û hestên nû de!
Ha ji ber vê yekê ye ku di ser şiira şairan re zehmet e mirov navê şiirê hilde. Ew zehmetî jî bi min re carinan vediguhere qalibekî hişk ku ya rastî êdî ez ê hewl bidim biteqînim. Lewma belkî şiira nû digewime di wî qalibî de û cihê şek û boşiya wê di vî qalibî de nebe. Ya baş xwe li çend şairên nû û kevin ji nû ve biqelibînim. Ma kevn û nûya şiirê heye. Ma sed sal berê û sedsal piştre ya Rimbaud heye. Yan jî ma ev çend ristên li jêr çawa kevin bibin gava ku herroj û duroj li melodî û newayên nû bialin:
Şox û şengê zuhrerengê
Dil ji min bir dil ji min
Awirên heybetpilingê
Dil ji min bir dil ji min
Gerçî ê min gazinên min ji van dîwanan û şairên wan kêm in, divê ez li yên nû jî bibanim û ne tenê li nûyên xelkê, lê li nûyên navmalê jî.
* Li cem Yewnan û Romaya kevin Xwedayê meyê.
08/04/2019