Ber dehmena xatir xwastinê...
Helbest: Gulnar Elî*
Dem nedema xem û giryanê ye.
Jan ji êþê bihêztir e,
teka zarokê bêpêngav e,
çi rêya naxwaze.
Di nava birînên min de, heyv giriya,
ewra sahî bariya,
rêvîng im, rê qetiya,
di rêya min de, rê reviya.
Hizrên min li hev dicivin.
Ramosanek ji lêvên mirinê
axa min jibo wê ye,
axa wê ya bêber e
ji axa min hez dike.
Li deþta hesretê
Nalbendê þasiwar xwe veqetand.
Bêwefa me,
tu, jêderî,
destê li bin berî,
zormendî, rê û rast,
kevoka spî, bigirnijîn,
beref esman ve difire.
xwazgînî ne,
next girane, can ne erzane,
hatin, darbesta þahedarê
bi gulzaran xemilî
Þaho me,
sêcaran ev sere. bi poþiyê girêda.
Sê caran, bejin bi kirasê spî xemilî.
sê caran, girî ji bo xwe girî
karwan, serumir diderê,
dengê çemerat, dengê bêdengiya namoyî ye.
xema nexwe,
axa pîroz þehyan e,
perîhan mêvan e.
Binve canim,
ji peyala þevên dirêj,
bakosî,
xewn,
xwezî,
êþ û azar,
…………vedxwar.
Serhelbirîn,
- Binve, serê xwe ne êþîne
hana bêsudeye,
du rê hene,
du dawer in,
volkan, agirê baba gurgur e,
lehiyên rêya kurt in.
Ahor û rêkên dirêj,
stirî di rê de hen, dê te bêþînin.
Dadperwer, çavên te dixwîne,
ne tirse
kelem qeyda ezmanî vedike.
Firdosa bêezman,
xewê na hewîne
Axînokên li benda tîrojkên xewê mayîn,
agirdanka hizra gur dike..
silavê bi berbejna min
velorîne..
velorîne..
velorîne…..
Têbinî: Helbestvana ji Duhokê Gulnar Elî li Amerîkayê wefat kir. Malpera Semakurdê ev helbesta wê weþandibû, me ji wir girt... Û me fotoyê wê ji facebooka wê girt.