Diyarname
Halk TV ku kanalek nêzi CHP'ê ye, kurtedemek berê danasîna pirtûka nû ya Selahattin Demirtaş "Dad"ê weşandibû. Ji ber vê yekê RTUK'ê (Lijneya Bilind a Radyo Televîzyonê ya Tirkiyeyê) ceza li kanalê birî. RTUK'ê bi îdîaya "Pesindana sûcdarekî" sedî 5 cezayê pereyan û 5 caran jî rawestandina bernameyê birî.
Endamê RTUK'ê yê li ser navê CHP'ê Îlhan Taşci ev agahiya cezayê bi ser twittera xwe re ragihand. RTUK ji 9 endaman pêk tê. Ji van 5 endamên wê ji AKP'ê, didu CHP'ê, yek HDP û yek jî ji MHP'ê ye. Vê RTUK'ê hin cezayên din jî li Halk TV, Fox TV û Tele 1'ê birîn.
Roja 18''ê adarê Serokê RTUK'ê Ebubekir Şahin bi twitek gotibû "kesek bi endamtiya rêxistina çekdar girtî nikare bê pesinandin" û rexne li Halk TV kiribû. Li ser vê Demirtaş wekî bersiv peyamek belav kiribû, "Der barê min de biryarek ji ber endamtiya rêxistinên nîn e, beredayî! Derewan neke. Ev 7 sal in hûn min di nav hucreyeke 12 metreqorzî de digirin lê her ku navê min derbas dibe hûn bi sawê dikevin. Ji ber ku em gel in û em mafdar in. Hûn û patronê xwe tirsonekên ku heta qirikê ketine nava sûcê ne."
DAD çi ye?
DAD navê pirtûka Selahattin Demirtaş e. Pirtûkek çîrokan e û 10'ê meha reşemî ya îsal ji Weşanên Dîpnot derketiye.
Demirtaş berî Dadê du pirtûkên çîrokan "Seher" û "Devran", du roman bi navê "Leylan" û "Efsun" derxistibûn.