Diyarname
Hunermenda navdar Rihanna di çarçoveya tûrneya xwe ya bi navê "Last Girt on Earth" ku wê li 16 welat û bajaran konseran bide de, piştî Almanya û Îngilistanê tê Tirkiyeyê. Rihanna di 3'yê pûşperê de wê li Turkcell Kuruçeşme Arenaya Stenbolê konsera xwe pêşkêş bike.
Rihanna di jiyana xwe ya muzîkê de albumên wekî "Music Of The Sun", "A Girl Like Me", "Good Girl Gone Bad" û "Rated R" 4 album pêşkêş kirine. Albumên wê li dinyayê 12 mîlyon heb, bi awayekî rekorî hatine firotin û di lîsteya "Billboard Top 100" de bi 6 stran3en xwe ew bûye 1'emîn.
Xelata Muzîkên Amerîkayê, Grammy, Xelata Muzîkê ya MTV jî têde di warê navneteweyî de wê gelek xelat girtine. Strana wê ya dawî "Rude Boy" hê jî di lîsteyan de di rêza yekemîn de ye.
Bilêt di Biletiksê de bi 135 TL (li piyan) û bi 360 TL (li ber sehneyê) têne firotin
Fermo strana wê ya dawî: Rude Boy


