Stenbol
Prof. Dr. Şebnem Korur Fîncanci û rojnameger Erol Onderoglu û nivîskar Ahmet Nesîn ji bo piştgiriya Ozgur Gundemê bûbûn gerînendeyê weşanê yê nobedar û li ser vê yekê hefteya borî hatibûn girtin.
Li ser îtîrazan jî ew nehatibûn berdan. Paşê dozger der barê wan de îdîaname amade kir, Fîncanci û Onderoglu duh berdan lê doza wan didome.
Ahmet Nesîn jî bi heman awayî îro hat berdan. Li gor gotinan gere Nesîn îro piştî nîvro ji Girtîgeha Sîlîvriyê ya Hejmar 5 bê berdan.
Di vê navberê de Prof. Dr. Şebnem Korur Fîncanci û Erol Onderoglu piştî berdanê îro careke din çûn Ozgur Gundemê û li wê derê daxuyanî dan çapemeniyê.
'Hêz û berxwedan dan me'
Di civînê de destpêkê edîtorê rojnameyê Ahmet Bîrsîn axivî û da zanîn ku ew dixwazin Ahmet Nesîn jî di nava xwe de bibînin. Bîrsen bal kişand ser nobeda "Gerînendeya Weşana Giştî" û piştrast kir ku ew ji pêvajoyeke girîng re derbas dibin û wiha axivî: "Di vê pêvajoyê de ne tenê rewşenbîr, rêxistinên pîşeyî, kedkar û gelek kes bûn gerînende. Tenê nebûn gerînende, di heman demê de li kuçeyan rojname jî belavkirin û piştgirî û hêzeke mezin dane me."
Bîrsîn aşkera kir ku heta niha 149 doz ji ber "têkoşîna bi terorê" re, 27 doz jî ji ber "heqaretê" li rojnameya wan hatiye vekirin, di çarçoveya "Nobeda Gerînendeya Weşana Giştî" de jî 47 lêpirsîn hatine vkirin.
Şebnem Korur Fîncanci jî diyar kir ku kampanyaya piştevaniyê girîng e û wiha axivî: "Di sedsala 21'emîn de wateya bêdengkirina çapemeniya azad tê çi wateyê ji ber çapemeniya civakî zêde ne di ferqê de ne lê ev ji bo hundir girîng e. Li hundir çi heyf e ji bilî çapameniya navendî şansê wan ê kanalekî din temaşe bikin nîn e. Desthilatdar û çapemeniya navendî çi dide wî mecbûr in bibînin. Lê ji ber ku gelek bi aqil in di nava hevokan da rewşa welat çi ye hîn dibin."
Fîncanci bi bîr xist ku Ozgur Gundemê gelek bedel daye û wiha berdewam kir: "Kedkarên çapemeniyê hatin windakirin, înfazkirin, hatin girtin. Di nava sîstemekî bi vî rengî de ew bûn dengê fikra azad û dengê gel."
'Em ser bilind in'
Fîncanci têkîldarî girtinan jî wiha got: "Ji bo ragirtina azadiyê em wekî ku bi hev re kêfxweş bûn. Ji ber ku me dît ku piştevaniya Ozgur Gundemê pêl bi pêl belav bû." Fîncanci bilêv kir ku piştî girtina wan 108 kesan ji bo gerînendetiya weşanê navên xwe nivîsandine, kesên ku navê Ozgur Gundemê bi kar nedianîn jî mecbûr man navê Ozgur Gundemê telafuz bikin. Fîncanci ji bo girtinan diyar kir ku ew bi vê yekê serbilind in û wiha axivî: "Ez silavên xwe ji jinên hundir re dişinim. Nîvê dilê min li wir e. Heta ku li hundir kesek nemîne em ê têbikoşin. Heta ku bi awayeke azad li ser vî axê biqîrin."
'Ji ber piştevaniyê ez kêfxweş im'
Rojnameger Erol Onderoglu jî wiha axivî: "Hatina me ya cem hev nû nîn e. Di 28'ê Sibatê de jî pêkûtî hebûn. Di pêvajoya AKP'ê de jî ev pêkûtî didomin. Em ji bo berjewendiyên teng nêzîk nebûn." Onderoglu bilêv kir ku têkoşîn tenê bi Tirkiyeyê re sînorkirî nîn e. Onderoglu destnîşan kir ku li girtîgehê di sohbetên xwe yên bi gardiyan û girtiyan re dikirin de dîtine ku derûdorên muxalîf çiqas xwe di bin tehdîdê de hîs dikin. Onderoglu wiha got: "Piştî girtina akademîsyenan girtina me ji bo pêkûtiyan bû ronahî. Tiştê ku min kêfxweş kiriye xurtbûna piştevaniyê ye. Bi keda me ev li raya giştî ya navneteyewî jî belav bû."
Onderoglu gotina "em hemû divê azadiyên bingehîn biparêzin û xwedî lê derkevin, hewl bidin ku bibin parçeyekî piştevaniyê. Heta ji bo Tirkiyeyê pêşerojek tê teswîrkirin ev dê bi siyaseta pozîtîf ve bê" bi kar anî got ku ji bo gelên Tirkiyeyê rojên aştiyê dixwaze.
Parêzer Eren Keskîn jî destnîşna kir ku bi berdêlên giran hatine van rojan û wiha axivî: "Gurbetellî Ersoz, Mûsa Anter, Burhan Karadenîz û yên din em gelek deyndarî wan in. Heta ku kiryarên wan dernexînin holê ev deynê me dê bidome. Ozgur Gundem heta azad nebe mirov nikare li vê cografyayê qala azadiyê bike. Ji bo ku yên din rehet razên em ê têkoşîna xwe bidomînin."
Piştî daxuyaniya çapemeniyê gerînendeyên weşanê yên giştî û rojnamger ji bo hempîşeyên xwe kartên cejnê bişînin çûn Postexaneya Galatasarayê.


