Diyarname
Îsal ji bo têkoşîna wan a li dijî êrîşa li ser jinan Nadya Mûrad a kurd û ji kongoyê jînekolog doktor Denis Mukwege layiqî Xelata Nobelê ya Aştiyê hatibûn dîtin. Îro bi merasimek mezin her duyan xelata xwe girtin.
Muikwege û Mûrad bang kirin ku kesên rastî şîdeta cinsî hatin divê bigihîn heqê xwe, xwedî li wan bê derketin û tecawiz wekî çekek şer neyê bikaranîn.
Doktor Mukwege li Komara Kongo ya Demokratîk li bajarê Bukavu avakarê Nexweşxaneya Panzî ye. Wî li dijî şîdeta li ser jinan têkoşîn dabû. Nadya Mûrad jî keçek kurd a êzîdî ye û çeteyên DAIŞ'ê ligel gelek keçên kurd ew jî revandibû. Di dema dîlbûna wê de ligel keçikên din rastî tecawizê hatibû. Piştî ku rizgar bûbû jî ji bo ev rewş bê fêmkirin û ji bo komkujiya li ser êzîdiyan nîşanî dinyayê bide ketibû nava xebat û hewldanan.
Mûrad axaftina xwe bi erebî kir, sipasiya komîteya Nobelê kir ku ev xelat daye wê lê diyar kir ku ev xelat jî nikare rûmeta wan li wan vegerîne.
Her wiha Mûrad xwest ku parastina êzîdiyan û hemû civakên lawaz berpirsiyariya civata navneteweyî ye.