Diyarname
Hevserokê BDP'ê Selahattin Demirtaş ku ji bo hilbijartinê her roj li bajarekî ye, di vê navberê de ji bo Newrozê jî bernameya wî amade ye.
Demirtaş roja 17'ê mehê Batman û 19'ê mehê ji bo Newrozê li Geverê bû. Demirtaş di çarçoveya pîrozbahiyên Newrozê de wê 20'ê mehê li Şirnexê, 21'ê mehê li Amed, 22'yê mehê li Îzmîr û 23'yê mehê jî wê li Stenbolê be û beşdarî Newrozê bibe.
Her wiha ji bajarên kurdan li Rihayê ku niha coşa hilbijartinê li wir e, dê 22'yê mehê Newroz li dar bikeve. Di Newrozê de ligel Berendamê Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê Osman Baydemîr dê mebûsên BDP'ê yên Rihayê jî amade bin. Her wiha di Newroza Rihayê ku wê li Kêleka Bajara Halê ya Nû li ŞUTSO'yê li dar bikeve de hunermend Ciwan Haco, Sehado û Seyda Perînçek dê derkevin ser dikê û stranan bistrên.