Stenbol
Jinên endamên "Hewldana Jinan a ji bo Aştiyê" li Stenbolê li ber Lîseya Galatasaray vê êvarê "Nobeta Aştiyê" dan dest pê kirin. Jinan got: "Êdî tehamula me nîn e em li mirinan temaşe bikin, em li cihê ku gotin lê xilas dibe ne."
Jinan pankarta "Ji bo parastina jiyanê em di nobeta aştiyê de ne" vekirin û dovîzên ku li ser "Farqîn, Nisêbîn, Cizîr", "Li Cizîrê şer, li Stenbolê aştî nabe" nivîsîbûn bilind kirin. Jinan got: "Ji vê derê em çiqas bilind dengê xwe derxin dê Sûr, Nisêbîn, Cizîr ew qasî me bibihîze." Jinan di nobetê de li çepikan da, tilîlî kişand, li def û dûdikê da, li hemberî konsepta şer dengê xwe dirxist. Di vê navberê de gelek polîs û TOMA'yan jin girtin dorpêçê. Di bin dorpêça polîsan de jinan daxuyanî xwend. Daxuyanî ji aliyê Sevda Bayramoglu ve hat xwendin.
Ligel endamên hewldanê, mebûsa berê ya CHP'ê Melda Onur û rojnamegerên jin ên wekî Amberin Zaman, Mehveş Evin, Ceyda Karan di çalakiyê de amade bûn.