Diyarname
Pirtûka siyasetmedar û nivîskar Mahmut Alinak a bi navê "Mehmet Tunç ve Bêkes" hat qedexekirin.
Siyasetmedar, parêzer û nivîskar Mahmut Alinak bi navê "Mehmet Tunç ve Bêkes" pirtûkek nivîsandibû. Di pirtûkê de bi ser çîroka Endamê Meclisa Gel a Cizîrê Mehmet Tunç û birê wî Orhan Tunç re rewşa Cizîrê raxistibû ber çavan. Di 14'ê berfanbara 2015'an de li Cizîrê biryara qedexeya derketina derve hatibû dayîn û 79 rojan dom kiribû. Di van rojan de bi dehan cizîrî hatibûn kuştin. Alinak li ser vê demê pirtûk nivîsandibû û ev pirtûk di sala 2017'an ed ji Weşanên CHA deketibû. Niha 2'yemîn Dadgeha Sulh Cezayê nameyek ji Weşanên CHA re şand û ragihand ku pirtûk hatiye qedexekirin. Alinak diyar kir ku dadgehê heta niha sedema qedekirinê ranegihandiye wan.