Diyarname
8'emîn Festîvala Fîlmên Japon a Stenbolê îsal di navbera 26-29'ê reşemiyê de li dar dikeve. Fîlm li Salona Sînemayê ya Onat Kutlar a Navenda Çanda Leventê têne nîşandayîn.
Di festîvalê de fîlmên japon ên wekî "Rengareng", "Noriben: Terîfkirina Siûdê", "Keçika Mîlyonek Yen Qezenc Dik", "Xeşaleke Havînê", "Rojên Me Yên Nayên Ji Bîrkirin", "Aşpêjî li Cemsera Başûr", "Firîneke Baş", "Cedûya Biçûk Kiki" hene
Festîvala ku ji aliyê Serbalyozxaneya Japonyayê ya Stenbolê ve tê organîzekirin, bihevkariya Şaredariya Beşiktaşê û Tiglon Fîlmê li dar dikeve. Hemû fîlm bi jêrnivîsa tirkî û bê pere têne nîşandayîn.
Ji bo kesên eleqedar:
Levent Kultur Merkezi
Levent Mah., Çalıkuşu Sokak 1, İstanbul
Tel: (0 212) 268 17 30


