Diyarname
Serokdewletê berê yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Brack Obama û jina wî Michael Obcama ligel sazkarê fîlm û rêzefîlman Netfliks peyman girêdan. Berhemên ku ew bi hev re bikişînin dê li 190 welatan xwe bigihîne 125 mîlyon kesî.
Netfliks li ser înternetê re weşanê dike. Saziyê daxuyand ku Obama û jina wî ligel wan li hev kiriye ku ji bo fîlm û rêzefîlman sazkariyê bikin. Di nav peymanên hatine kirin de rêzefîlm, belgefîlm, rêzebelgefîlm û fîlmên metrajdirêj hene.
Obama jî li ser meseleyê wisa gotiye: "Di dema xizmeta ji bo raya giştî de li her derê jiyanê em rastî mirovên balkêş hatin û me jîrekiya wan ragihand girseyeke mezin. Ez û Michelle em dixwazin çîrokên dengên agirîner, jîr û yên îlham didin bi hemû dinyayê re parve bikin."
Michaelle Obama jî wisa gotiye: "Min û Obama me her gav bawerî bi hêza vegotina çîrokê anî û bi vê me bawerî pê anî ku li ser dinyayê cuda bifikirin."
Li gor daneyên dawiya avrêlê hatin weşandin bi vî awayî here heta dawiya meha şeşan dê Netfliks li temamê dinyayê bibe xwedî nêzî 131 mîlyon aboneyî.


