• Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Berhem
  • Çapemenî
  • Spor
  • Dinya
  • Ên Din
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAÞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • Çend gotin
    • E-pirtuk
    • Spot
    • Deqeya Dawî
    • Covit-19
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giþtî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giþtî û Serokomarî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
  • Rûpela Pêþî
  • Serbest

Di kurmancî de navên mehan*

Dîrok : 22 07 2010 | Beþ :

Serbest

Receb Dildar

Di zimanê kurdî (kurmancî) de li ser navên demsalan tu pirsgirêk tune ye: Bihar, havîn, payîz û zivistan. Lê di navên mehan de tevliheviyek mezin çêbûye. Di salên piþtî 90-î de hinek sazî û weþanên kurdî ji bo mehan navên nû peyda kirin û di vî warî de tevliheviyeke mezin çêbû. Di her kovar, rojname, radyo û telewîzyonê de naveke cûda hat bi kar anîn. Ji ber vê yekê jî di mijara navên mehan de niha rewþa zimanê Kurmancî gelek xerab e. Hewcedariyeke girîng pê heye ku di vê mijarê de lihevhatineke çêbibe û navên mehan ji nû ve sererast bibin.

Ez dixwazim ji demsala Biharê de dest pê bikim û meh bi meh pê de biçim. Ka pêþiyên me van mehan çawa bi nav kirine? Rastiya navên mehan çi ye. Ez ê ji gotinên pêþiyan, ji qewlên êzdiyatiyê ji folklorê û lîteratura klasîk hinek mînakan bidim ku Qewlên Êzdiyatiyê bi sedê salan berê hatine gotin û ji bo me mînakên gelek girîng in.

Kurd meha bi du awayî bi nav dikin. Ya rasterast navê mehê dibêjin ya jî bi demsalê ve girêdidin. Mînak: Tebax an havîna dawîn, îlon an payiza pêþîn, nîsan an bihara navîn.

Biharê pez, payizê rez, zivistanê ez û ez

Mehên biharê adar, nîsan û gulan in.

Di nav xelkê de ev hersê nav pirr zelal û eþkere ne. Îcar meriv nizane çima navê «nîsan»ê guhertine û kirine «avrêl», niyet û armanca wan ne diyar e. Dibe ku, ji ber ku tirk jî navê «nîsan»ê bi kar tînin, gotibin bila navê meha me ji ya wan cûdatir be. Eger ji hev girtinek hebe, me ji tirkan negirtiye, eger girtibin wan navê «nîsan»ê ji me girtiye. Di metelokeke kurmancî de navê her sê mehên biharê li dû hev bi vî awayî hatine rêzkirin:

 

« Sibata tirro virro

Adara bîst û du ro

Nîsan a me ye

Gulan textirme ye»

Îcar tirk kîjan peyva me bigrin û em dev jê berdin malik li me wêran bûye. Ji ber ku tirk «hafta»yê bi kar tînin, ma em ê dev ji «hefte»ya xwe berdin. Em ê dev ji «çarþem» û «pêncþem»ên xwe berdin.

Adar e, dew li dar e

Di demsala biharê de meha pêþîn adar e.

Li ser navê adarê hema bêje gengeþî tune ye. Ji xwe di gotinên pêþiyan de navê meha adarê gelek derbas dibe: «Adar e, dew li dar e.» «Adarê, agir xweþtir e ji sawarê.» «Berfa adarê, gîha gulyê darê, nema heta êvarê.»

Di qewlên Êzdiyatiyê de jî navê meha adarê wisa derbas dibe:

«Adar dibê ez adar im

Kilîla çendî bihar im

Razgela zebûniyê bijar im.»

Di kovarên wek Jîn (1918-19), Hawar (1932-43) û Nûbihar-ê (1992-….) de navê vê mehê dîsa wek «adar» hatiye bi kar anîn.

Nîsan bûka salê ye

Nîsan meha navîn ya biharê ye.

Di gotinên pêþiyan de gelek mînakên meha nîsanê hene: « Nîsan bûka salê ye.» «Nîsan e, çilka wê bi kîsan e.» «Nîsan, erd xemilî dîsan.» «Taviyê nîsanê, wek zêrê Xûristanê.»

Di qewlên Êzdiyatiyê de meha nîsanê di çarîneke gelek balkêþ de hatiye bi kar anîn:

 

«Çarþema serê nîsanê

Þixadî, Þêxalê Þemsa xweste dîwanê

Da qayim bikin dîn û îmanê

Ev e îda Kurdistanê.»

Di kovarên wek Jîn (1918-19), Hawar (1932-43) û Nûbihar-ê (1992-…) de navê vê mehê dîsa wek «nîsan» hatiye bi kar anîn. Di van salên dawîn de hinek kovar û rojname navê meha Nîsanê wek «avrêl» bi kar tînin. Gava peyvek ji sedî sed Kurmancî hebe û reh û þaxên xwe di nav xelkê de berda be, ma merivê çima bi dû «avril»a frensî bikeve? Bi ya min ev helwest ne durust e. Divê meriv rojek berê dev jê berde.

Gulan e, þingîna dasan e

Meha Biharê ya paþîn gulan e.

Di gotinên pêþiyan de navê meha gulanê wisa derbas dibe: «Gulan e, þingîna dasan e.» «Gulan e, ba û baran e.» «Gulan e, roj bû sal e, zik bû çal e.» «Gulan e, bext baran e.» «Gulan e, dew li cem hemûyan e.» «Gulan rewþa çiyan e.» «Gulan e, mozelan e.»

Di qewlên Êzdiyatiyê de meha gulanê wisa dipeyive:

«Gulan dibêje ez gulana bi gul im

Ez a bi þalûl û bilbil im

Ez melhema brînên kul im.»

Li ser navê meha gulanê gengeþî tune ye, herkes vî navî qebûl dike. Di kovarên wek Jîn (1918-19), Hawar (1932-43) û Nûbihar-ê (1992-…) de navê vê mehê dîsa wek «gulan» hatiye bi kar anîn.

 

 

Kevirê havînê, bavê kadînê

Hersê mehên havînê ev in: Hezîran, tîrmeh (temûz) û tebax.

Navên ku gel bi kar tîne û di lîteratura kurmancî de hatine bikaranîn ev in. Ji bo havîna navîn di folklora kurdî de, him navê tîrmeh him jî navê temûz gelek hatiye bi kar anîn. Divê em ji herdu navan yekê derxin pêþ.Piþtî salên 90-î di çapemeniya kurdî de ji bo hezîranê «pûþber» û ji bo tebaxê jî navê «gelawêj» hatine bi kar anîn. Lê di nav gel de ev navên nû nehatine pejirandin.

Hezîran e, hizna teyran e

Meha pêþîn a havînê hezîran e.

Bav û kalên me ji bo vê mehê gotine: «Hezîran e, hizna teyran e.» «Hezîran hezirî, tu tiþt nema bi rengê xwe, ji xêynî keça kezî û mêwa tirî.»

Di qewlên êzdiyatiyê de meha hezîranê wisa ba gulanê dike:

«Hezîranê deng dihilîle

Ji mehan navê min havîn e

Ez dibiriqim ser çendî bendê mîskîn e.»

Di kovarên wek Jîn (1918-19), Hawar (1932-43) û Nûbihar-ê (1992-….) de navê vê mehê dîsa wek «hezîran» hatiye bi kar anîn. Di van salên dawî de, hinek weþanên kurdî, ji bo meha hezîranê navê «pûþber» bi kar anîn, lê di nav gel de cî negirt.

Tîrmeh (temûz)

Meha navîn a havînê tîrmeh (temûz) e.

Di gotinek pêþiya de navê herdu mehên dawî yên havînê wisa derbas dibin: «Temûz dipêje, tebax dirêje.»

Di qewlên êzdiyatiyê de meha tîrmehê wisa ba tebaxê dike:

«Tîrmehê dibê tebaxê,

Te gotineke xweþ digote

Û te qanasê buha difrote

Te gelek pezê meskîn

Li deþtê ji german disote.»

Di kovarên wek Jîn (1918-19), Hawar (1932-43) û Nûbihar-ê (1992-….) de navê vê mehê wek «tîrmeh» hatiye bi kar anîn. Li ser navê meha tîrmehê gengeþî tune ne.

 

Tebax e, tirî raxe

Meha dawîn a havînê tebax e.

Ji bo meha tebaxê çend gotinên pêþiyan hene: «Tebax e, tirî raxe.» «Tebaxê, agir ket axê.» «Heyva tebaxê, tirî ket miþtaxê.»

Di qewlên êzdiyatiyê de wisa behsa meha tebaxê tê kirin:

«Tebax wa deng hiltîne

Ez mehek im nav havîn e

Çiqas fêkî bikelînim

Hemû di payizê re gehînim.»

Di kovarên wek Jîn (1918-19), Hawar (1932-43) û Nûbihar-ê (1992-…) de navê vê mehê dîsa wek «tebax» hatiye bi kar anîn. Di hinek weþanên çapemeniya kurdî de, ji bo meha tebaxê navê «gelawêj» hat bi kar anîn lê ev peyv rûneniþt.

Payiz e, dew ezîz e

Hersê mehên payizê ev in: Îlon, çirriya pêþîn û çirriya paþîn.

Di van salên dawîn de, bi navên mehên demsala payizê gelek hatiye lîstin. Dibe ku ji ber dirêjbûna navên mehan be, dibe ku ji ber þibandina navan be, ji bo mehên payizê navên nû hatine çêkirin. Van navên nû; dibe ku ji ber tirkî hatibin girtin, dibe ku ji ber sarbûna mehan nav lê hatibin kirin an jî dibe ku ev nav ji soranî hatibin girtin. Lê bi tu awayî gelê kurd van navan nepejirandiye.

Îlon

Meha payizê ya pêþîn Îlon e.

Di helbesta Feqiyê Teyran a bi navê «Dilo rabe» de, navê meha Îlonê bi vî awayî derbas dibe.

«Dilo bûrîn ji nîsanê

Hewayê wan mehan kanê?

Bûye Eylûl li zozanê

Ne kanûn ma ne cûbare»

Navê meha Îlonê di qewlên êzdiyatiyê de jî bi awayek eþkere derbas dibe:

«Êlûn dibê ez çendiya mehan im

Ez a bi meclîs û reþrihan im

Ez a dayîm ji Þems û Fexrê mîra re eyan im.»

Di kovarên wek Hawar (1932-43) û Nûbihar-ê (1992-….) de navê vê mehê dîsa wek «îlon» hatiye bi kar anîn. Di van salên dawî de, di hinek weþanan de navê meha îlonê wek «rezber» hatiye bi nav kirin, dibe ku ji ber wextê rezan ev nav hatibe lêkirin. Lê divê meriv zanibe ku navê hezar salan, di nav çend salan de nayên guhertin û di nav heyatê de ciyê xwe nagre.

Çirriya pêþîn

Navê meha payizê ya navîn çirriya pêþîn e.

Navê meha çirriya pêþîn an çirriya paþîn di gotinên pêþiyan de wisa derbas dibe: «Çirrî çirristan, payiz çûye maye zivistan.» Ji ber ku herdu meh, mehên payizê yên dawîn in, gotina pêþiya navê van herdu mehan tesdîq dike.

Di qewlên êzdiyatiyê de navê meha çirriya pêþîn pirr zelal derbas dibe.

«Çirrî dibê em du meh in, nav bi çirrî

Padþayî em xelat dikirî

Li ser me hene naz û namet û tirî.»

Di kovarên wek Jîn (1918-19), Hawar (1932-43) û Nûbihar-ê (1992-…) de navê vê mehê dîsa wek «çirriya pêþîn» hatiye bi kar anîn. Di van salên dawîn de ji bo vê mehê du nav hatine dîtin. Hinekan navê «cotmeh,» hinekan jî navê «kewçêr» bi kar aniye. Navê «cotmeh»ê dibe ku ji «ekîm»a tirkî hatibe girtin. Navê «kewçêr»ê jî di helbestekî Elî Herîrî de derbas dibe, dibe ku ji wir hatibe girtin. Herdu nav jî li ser kaxizan mane.

Çirriya Paþîn

Navê meha payizê ya paþîn çirriya paþîn e.

Melayê Batê di helbesta xwe de wisa behsa çirriya paþîn dike.

«Ji çirriya paþî û pêda

Melayê Batê kanî

Sefer kêþa bi Muksê da

Li ser qewlê zivistanê»

Eger em dîsa li qewlên Êzdiyatiyê binêrin, di heqê mehên çirrî de wisa dibêje.

«Çirrî du mehên kamil temam

Li ser me xweþ bûne çiqas tam

Payîz mîr e, her donzdeh meh jê re dibine xulam.»

Di kovarên wek Jîn (1918-19), Hawar (1932-43) û Nûbihar-ê (1992-…) de navê vê mehê dîsa wek «çirriya paþîn» hatiye bi kar anîn. Ji bo navê vê mehê jî du nav hatine çêkirin: «Mijdar» û «sermawez». Dibe ku ev nav çêkirî bin, dibe ku ji soranî hatibin girtin, lê di nav heyatê de cî negirtine.

Zivistan sar e, qerpal yar e

Hersê mehên zivistanê ev in: Kanûnkiz (kanûna pêþîn), kanûnkiþ (kanûna paþîn) û sibat.

Di kurmancî de ji çil rojên herî germ ên havînê re dibêjin «çilê havînê» û ji bo çil rojên herî sar ên zivistanê re jî dibêjin «çilê zivistanê.» Dema çilê zivistanê dikeve nav herdu mehên kanûnê, ji ber vê jî tevliheviyek çêdibe. Îcar ji ber van çileyan hinekan navên mehan þaþ danîne û gotine «çileya pêþîn» û «çileya paþîn.» Bêyî vê þaþiyê, hinek navên çêkirî jî li van mehan hatine zêdekirin.

Pêþiyên me li ser navên mehên zivistanê wisa gotine:

«Yanzdeh roj kanûnkiz

Çil roj çile

Yanzdeh roj kanûnkiþ

Bîst û heþt roj sibat.»

Wek ku li jor jî xuya ye, rojên mehên kanûnan ên ku ketine nav çile nehatine hesibandin. Wek ku di destpêka çile de kanûnkiz diqede û di qedandina çile de kanûnkiþ dest pê dike. Lê eþkere xuya ye ku çile di nav herdu mehan de taybetiyek din e, divê wek meh neyê hesibandin. Gava em rojên kanûnan ên ku ketine nav çile bihesibînin mehên zivistanê sererast dibin.

Kanûnkiz (kanûna pêþîn)

Meha zivistanê ya pêþîn kanûnkiz (kanûna pêþîn) e.

Gelo peyva «kanûn» çi ye? Berê di malan de tifik (kuçik) hebûn, tê de agir dadidan. Îcar li ber tifikê kortikek çêdikirin ku gava agir bive bizot, wî bizotî kaþ bikin wê kortikê û xwe li ber germ bikin. Aha navê wê kortika ku însanan xwe li ber germ dikir «kanûn» e. Maneya kanunkiz jî ew e ku, serma zêde ye, însan hingî xwe dikutin ber kanûnê dikizirin. Ji xwe li hinek herêma ji kanûnkizê re «kanûnkut» jî dibêjin.

Di helbesta Feqiyê Teyran a bi navê «Dilo rabe» de navê meha kanûnê derbas dibe. Nimûneya wê di nav meha Îlonê de heye.

Di biwêjek kurmancî de navê kanûnê wisa derbas dibe: «Serê kanûnan, selata xiyaran!» Dîsa di gotinek pêþiyan de navê kanûnê wisa derbas dibe:

«Kanûn e ew kanûn e

Berf tê ji ezman e

Qira ebed û însan e.»

Di rojnameya Kurdistan (1898-1902)û kovara Jîn-ê (1918-19), de navê vê mehê dîsa wek «kanûna pêþîn» hatiye bi kar anîn. Di kovarên Hawar û Nûbiharê de wek «çileya pêþîn» hatiye bi kar anîn. Xêncî vî navî di salên dawîn de navê «berfenbar» jî li van navan hatiye zêdekirin.

Kanûnkiþ (Kanûna paþîn)

Meha zivistanê ya navîn kanûnkiþ (kanûna paþîn) e.

Ji ber ku dinya bi ber xweþbûnê ve diçe û însan xwe ji ber agir dikiþînin ev nav lê hatiye kirin. Li ser vê rewþê di gotinên pêþiyan de wisa hatiye gotin: «Bîst û yekê kanûnan, roj berê xwe dide gul û beybûnan.»

Di qewlên êzdiyatiyê de kanûn wisa dibêje:

«Kanûn dibêje,

Em du mehên padþayî, em kirin xelat

Li me dikeve çilê arba ênat

Ji hedê meha dikeleme sibat.»

Di rojnameya Kurdistan (1898-1902) û kovara Jîn-ê (1918-19), de navê vê mehê dîsa wek «kanûna paþîn» hatiye bi kar anîn. Di kovarên Hawar û Nûbihar-ê de wek «çileya paþîn» hatiye bi kar anîn. Xêncî vî navî di salên dawîn de navê «rêbendan» jî li van navan zêde bûye.

Sibat jina bî ye, sibê dikene êvarê digrî

Meha zivistanê ya paþîn sibat e.

Li ser meha sibatê gelek gotinên pêþiyan hene: «Sibat jina bî ye, sibê dikene êvarê digrî.» «Sibatoka dînik e, ge digrî ge dikene.» «Sibatê, berf û ba tê.» «Sibatê kûçik xwe davêjin siya latê.» «Sibat e, malxoyê malê ne kar e ne xebat e, kevanî di nav malê de maye mat e.»

Di qewlê êzdiyatiyê de meha sibatê wisa pesnê xwe dide:

«Sibat dibê sibat im, sibat bi nav im

Meheke bi ser û çav im

Geh dibarim geh bitav im.»

Di kovarên wek Jîn (1918-19), Hawar (1932-43) û Nûbihar-ê (1992-…) de navê vê mehê dîsa wek «sibat» hatiye bi kar anîn. Di salên dawîn de, di çapemeniya kurdî de ji bo vê mehê navê «reþemî» hatiye bi kar anîn, lê ew jî wek navên din, di nav gel de bêbersîv maye.

Em dikarin gora salnameya nû navên mehan wisa rêz bikin.

1- Kanûnkiþ

2- Sibat

3- Adar

4- Nîsan

5- Gulan

6- Hezîran

7- Tîrmeh

8- Tebax

9- Îlon

10- Çirriya pêþîn

11- Çirriya paþîn

12- Kanûnkiz

 

*Not: Ev nivîs di kovara W hejmara 18’an de (Rebendan-Reþemî, 2008) hatiye belav kirin.

***

Têbiniya Diyarnameyê: Piþtî ku di hejmara nû ya kovara Zendê de Zana Farqînî li ser navên mehan nivîseke dirêj nivîsî û me jî di nûçeya ji bo Zendê de ev derxist manþeta xwe nivîskar Receb Dildar xwest em nivîsa wî ya ku di W'yê de hatibû weþandin em biweþînin. Di her du nivîsan de xalên hevpar hene.

***

Nûçeya eleqedar: Di Zenda nû de bi kurdî pirsgirêka mehan

 

 

Hûn dikarin li van jî binêrin

Piþtî 30 salan bi 6 pirtûkên kurdî ji girtîgehê derket

Piþtî 30 salan bi 6 pirtûkên kurdî ji...

11 08 2022

TRT2’yê fîlmê ‘Jiyana Hinên Din’ sansur kir

TRT2’yê fîlmê ‘Jiyana Hinên Din’ sansur...

10 08 2022

Mîzahþorekî Salên 1990'î: Mahmûd Lewendî

Mîzahþorekî Salên 1990'î: Mahmûd Lewendî

08 08 2022

Dengbêj Silhedînê Gundê Mîra: “Klam gotin wekî ajotina erebeyê ye”

Dengbêj Silhedînê Gundê Mîra: “Klam...

03 08 2022

Ev jî hene

JI AÞ Û BAJÊR

JI AÞ Û BAJÊR

14 05 2020

Kampanyaya pirtûkên kurdî!

Kampanyaya pirtûkên kurdî!

04 12 2008

GÊJEVANGEKÎ DERÛNÎ

GÊJEVANGEKÎ DERÛNÎ

14 01 2019

Takekes û Civaka Kurd de Xwebawerî *

Takekes û Civaka Kurd de Xwebawerî *

21 06 2009

Meseleya donê gur

Meseleya donê gur

30 03 2019

Nivîsên Nû

Zekî OZMEN

Hemal

Zekî OZMEN

Çorê ARDA

Paradoksa hezkirinê, eþqê û welatperweriyê

Çorê ARDA

Omer Dilsoz

Keprokan çêkin ji þaxêt beranan

Omer Dilsoz

Helîm YÛSIV

Mane tu kurd î, naxwe normal e bavê min

Helîm YÛSIV

Mîrza Ronî

Qurmîcik

Mîrza Ronî

Salname

HERE JOR

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Yên piþtgirî didin Diyarnameyê
  • Agahiyên ji bo nûçeyan
  • Bikaranîna Diyarnameyê
  • Têkilî-Contact-Ýletiþim

Nivîskar

  • Cemil Oguz
  • Helîm YÛSIV
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Þêxo Fîlîk
  • Cîhan ROJ
  • Zekî OZMEN
  • Hekîm Sefkan / Tava Heyvê
  • yeqîn h.
  • Kazim Polat
  • Welat Dilken
  • Bedran DERE
  • Omer Dilsoz
  • Mîrza Ronî
  • Krîstîn Ozbey
  • Dilþêr Bêwar
  • Arjen Arî / Agirdank

Beþ

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Berhem
    • Çapemenî
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Nivîsênkarên Mêvan

 

    • Portreya Mehê
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAÞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • Çend gotin
    • E-pirtuk
    • Spot
    • Deqeya Dawî
    • Covit-19
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giþtî
  • Facebook
  • Twitter
  • RSS

Copyright © 2005-2022 Diyarname