Hesekê
Di topbarana artêşa rejima Suriyeyê ya li hemberî Taxa Eşrefiyê ya Helebê ku piranî kurd lê dijîn de, hejmara welatiyên jiyana xwe ji dest da gihîşt 15’an.
Piştî ku di seatên serê sibehê de, komek Artêşa Azad xwest bikeve taxa Erşefiyê, lê hêzên YPG’ê nehiştin û ew ji taxê derxistin, artêşa rejîma Suriyeyê jî bi hawanan tax bombebaran kir.
Di encama bombebarana ku saet di 14.30'an de pêk hat û 5 topên hawanê ketin nava taxê de, 8 ji wan kurd, yek tirkmen û 3 jî ereb bi giştî 12 kesan jiyana xwe ji dest dabû. Di topbaranê de nûçegihanê Ronahî Tv Kendal Welat û nûçegihanê ANF'ê Cûdî Ronahî jî di nav de zêdetirî 15 kesan jî birîndar bûn.
Hate ragihandin ku ji kesên birîndar Semah Evdirrehman Şêxo ji gundê Qîbar ê girêdayî Efrînê, Evdilqadir Temo û Xetîce Nasîf Hilo ku ji Taxa Şea ya Helebê reviya bû li Taxa Eşrefiyê bi cih bûbûn jî, jiyana xwe ji dest da. Bi 3 kesan re, hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane gihişt 15’an.
Ji ANF'ê hatiye girtin


