Diyarname
Li Wanê kes an hin kesan nivîsa li ser rê ya "Pêşî Peya" jê bir û gotina nijadperest "Tirkiye tirk e, wê tirk bimîne" nivîsand.
Wekî gelek şaredariyên kurdan Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê jî li ser rê gotinên wekî "Pêşî Peya" nivîsandibû. Hin kesên nasname nediyar bi boyaxê ev nivîs jê birin û li ser "Tirkiye tirk e, wê tirk bimîne" nivîsandin.
Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê got ji bo kesên wisa kirine dê serîlêdana sûcê bikin û ev yek lê zede kirin, "Emê ji bo parastina çanda dewlemend a bajar hemû mafên xwe yên zagonî bikar bînin."
Em vê fotoyê wekî fotoyê rojê hildibijêrin û belav dikin.
**
Nûçeyên Eleqedar:
- Ajokarên Amedê dikarin hêdi biajon?
- 'Pêşî Peya' û 'Hêdî' dîsa hatin Amedê
Di vî warî de vîdeoyek: