HANA AZAD - HEWLÊR -ROJ NEW
Vê êvarê hêza pêşmerge ya ji 150 kesan pêkdihat bi şêweyê du gurubên 80 û 70 kesî berbi Kobanî ve hatin birêkirin.
Emirdarê Giştî yê Wezareta Pêşmerge Cebbar Yawer ji Rojnews ê re got: “vê carê pêşmergeyan ligel xwe çi çekên giran nebirine û wê wan çekên ku beriya niha ji bo Kobanî hatibûn şandin bikarbînin û tenê çekên pêwîst yên sivik ligel xwe birine”.
Her wiha da diyarkirin ku:”ev hêze dibin çavdêriya Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê de li Kobanî di şerê li dijî çeteyên DAIŞ ê de alîkariya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ê dike”.
Di roja 22'yê kewçêrê de Parlementoya Herêma Kurdistanê biryara şandina pêşmergeyan ya ji bo Kobanî dabû.
Nota dawî: Li gor agahiyên nû ev pêşmergeyên nû gihîştin ser sînor
(ev nota dawî paşê li nûçeyê hatiye kirin)