Diyarname
Dozgeriya Silh Ceza ya Celêya Culemêrgê der barê 3 pirtûkên li ser dîrokê ku ji aliyê Weşanên Avestayê ve hatibûn derxistin biryara qedexekirinê da.
Pirtûka Chris Kutschera a bi navê "Tevgera Neteweyî ya Kurdan" ji aliyê Firket Başkaya ve ji fransizî ji bo tirkî hatibû wergerandin û di sala 2001'ê de hatibû çapkirin.
Pirtûka "Kurd û Kurdistan" a Abdurrahman Qasimlo ji aliyê Îbrahîm Bîngol ve ji îngilîzî bo tirkî hatibû wergerandin û di sala 2009'an de hatibû çapkirin.
Pirtûka "Serhildana 1880'yan a Şêx UBeydullahê Nehrî" a Celîlê Celîl ji aliyê Yaşar Abdulselamoglu ve ji rusî ji bo tirkî hatibû wergerandin û di sala 2014'an de hatibû çapkini.
Ev her sê pirkûtên ku ji aliyê Weşanên Avestayê ve hatibûn çapkirin niha hatin qedexekirin.
Dadgeha Celê di 12'yê vê mehê de biryara berhevkirin û qedexeya her sê pirtûkan daye û biryar ragihandiye weşanxaneyê. Li gor gotina Weşanxaneya Avestayê dadgehê ji bo sedema berhevkirina pirtûkan wisa gotiye: "Dibe ku gelan bixe nava kîn û neyartiyê û di pêşerojê de mimkûn e bibe sedema pirsgirêkên ku nayên çareserkirin, ji ber vê yekê çapkirin, kopîkirin, belavkirin û firotina wan qedexe ye û kopiyên heyî jî bila bêne berhevkirin."
Ev demek e pirtûkên Avestayê, bi taybetî yên li ser dîroka kurdan têne qedexe kirin. Dadgeha Hezexa Şinrexê demek berê biryara qedexekirina 9 pirtûkan, dadgeha Ayvalika Balikesîrê jî biryara qedexikirina pirtûkek Avestayê dabû.
**
Nûçeyên Eleqedar:
- Careke din "Dîroka Kurdistanê" hat qedexekirin
- Weşanên Avesta: Emê bi heman biryardarî xebata xwe bidomînin