Diyarname
Îro Hevseroka HDP'ê Figen Yuksekdag, Hevserokên KCD'ê Hatip Dicle û Leyla Guven, Hevseroka DBP'ê Sabahat Tuncel, Berdevka HDK'ê Gulistan Koçyigit, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Bekir Kaya, Mebûsên HDP'ê yên Wanê Lezgin Botan û Adem Geverî jî di nav de heyetek çû Gevera Culemêrgê. Heyet piştî çû ber avahiya şaredariyê dûre çû taxa Orman, Eski Kişla, Cumhuriyet û Gungor û lêkolîn kir.
Di axaftina li wir de Dîcle got feresata Tirkiyeyê eynî wekî ya Îsraîlê ye, wehşeta li Filistînê îro li Geverê çêbûye, zilm li gelê Geverê hatiye kirin.
Yuksekdag jî got ku sedî 90'ê bajêr hatiye xirakirin, ligel ku tu pevçûn li Geverê nebûye jî bajar hatiye hilweşandin, heta televîzyonan jî li malan her tişt hatiye talankirin, tiştên malan girtine birine baregehan. Di dawiyê de Yuksekdag got ku ew dê heta dawî ligel li cem gelê Geverê bin û vê derê ji nû ve ava bikin.

Foto: Erkan Çapraz


