Diyarname
Kovana kurdî û tirkî Dilop di hejmara xwe ya nû di li ser weşangeriya kurdî dosya amade kiriye û ew daye nîqaşkirin.
Dilopê hejmara xwe ya rezber û kewçêr, yanê hejmara xwe ya 4'an gihand ber destên xwendevanên xwe. Kovarê di vê dosyaya xwe ed li ser weşangeriya kurdî sohbetek daye dest pêkirin û ew wekî dosya weşandiye. Di dosyaya ku weşanger Azad Zal moderatoriya wê kiriye de ji Weşanên Aramê Ûlaş Guldîken, ji Weşanên Morî Ridwan Polat û ji Weşanên Dara û Xwedî Pirtûka Kurdî Bawer Berşev axivîne. Her wiha ji bilî vê nîqaşê Reşo Ronahî jî di vê çarçoveyê de bi navê "Weşangeriya Kurdî: Di bin pirsgirêkên giran dibin de çareserî?" nivîsek nivîsiye.
Zeyneb Yaş li ser "Dêngbêjê Mêrxasiyê: Cemîl Bafawî" nivîsiye û wisa gotiye: "Ez bi naskirina wî û hunera wî pê bawer im ku ew saxbûya û bibûya şahidê serpêhatiya rewşa vê dema kurdan wê bi sedan klam û stranên mêrxasî yên wekî Seyîdxanê Kerr bavêtana ser egîd û lehengên welatê xwe." Her wiha Omer Dilsoz jî bi ser navê "Di zimanê me de hezkirin" mijareke balkêş girtiye dest. Li gor Dilsoz "Kurd nabêjin ez ji te hez dikim" û piştî vê yekê ji dêvla vê gotinê, gotinên ku kurd bikar tînin rêzkirine.
Ji hevpeyvînan Meltem Akyol ligel nivîskar Firat Cewerî axiviye. Cewerî dibêje "Ez xwe dişibînim çivîkên ku hêlîna wan xira bûye".
Her wiha Recep Maraşli, Fewzî Bîlge, Bulent Kuçuk, Haci Bişkin, Johannes Saltzwedel, Talat Çetinkaya, Nihat Gultekîn, Namik K. Dinç, Ali Baran, Dûrzan Cîranê, ULku Bingol, Dr. Erdal Sîpan, Bariş Avşar, Zahîn Kayan bi nivîsên xwe, Şêx Evdirehmanê Axtepî, Hilde Domin, Nebez Rêbiwar, Vedê Gulbarînê, Emerîkê Sidîqayê, Rêdûr Dîjle, Selamî Esen jî bi helbestên xwe di kovarê de cih girtine.
Ji bo têkilî û xwestinê:
e–mail: dilopdergisi@gmail.com
*******
REKLAM
Daweta we heye û vexwendename lazim e? Fermo, ji bo vexwendnameyan malpera ku hûn serî lê bidin: http://www.davetiyeonline.net/
Bi sedan cureyên vexwendnameyan li benda we ne.
Bi her zimanî em dikarin ji bo we vexwendnameyan amade bikin.
Navnîşan: Yıldıztabya Alibeyköy Cad.No: 156, Alibeyköy Eyüp-İstanbul,
Telefon: 0212 -6266455
E-mail: info@davetiyeonline.net