Diyarname
Serokdewletê Kolombiyayê Juan Manuel Santos ji bo şerê navxweyî yê 52 sal in didome bi dawî bike ligel FARC'ê (Hêzên Çekdar ên Şoreşger ên Kolombiyayê) peymana aştiyê îmze kir. Ev peyman ji bo erekêrinê birin referandûmê lê gel bi bersivek biçûk dengên "Na" dan. Di vir de Santos bi ser neket, dûre got ew dê xebata ji bo aştiyê bidomin û îro serketinek din bi dest xist: Komîteya Nobelê ragihand ku Xelata Aştiyê ya Nobelê didin Santos.
Serokdewletê Kolombiyayê Santos wekî berendamek xurt ji bo vê xelatê derketibû pêş, piştî di referandûmê de "Na" derketibû hatibû îdîa kirin ku navê wî ji nav berendaman hatiye derxistin.
Komîteyê ji ber xebatên wî yên aştiyê ew layiqî xelata aştiyê dît.
Santos kî ye?
Juan Manuel Santos di 10'ê gelawêja 1951'ê de li Bogota hatiye dinê, Zanîngeha Harwardê xwendiye û ji 7'ê gelawêja 2010'an ve ew Serokdewletê Kolombiyayê ye.
Santos berê di hikumetan de wezîriya Karên Derve, Maliye û Parastinê kiribû.
Ji bilî peywirên nav welat di sala 1999'an de ew bû Serokê Komîsyona Aboriya Ewropa ya Neteweyîn Yekbûyî ya Karayîp û Amerîkaya Latîn (ECLAC). Di navbera salên 2001-2002'yan de Dîrektoriya Corporación Andina de Fomento (CAF) kir.
**
Nûçeya eleqedar:
- Xwediyên Nobela Kîmyayê diyar bûn


