Diyarname
Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê Xelata Feqî Huseyîn Sagniç a Ziman ku her sal didin îsal didin helbestvan û werger Kawa Nemir.
Desteya Rêveber a Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê îsal ji ber keda wî ya salan a ku di
ber zimanê kurdî de daye û berhemên ku li zimanê kurdî wergerandine helbestvan û werger Kawa Nemir şayanî Xelata Ziman a Feqî Huseyn Sagniç dîtiye.
Nemir xelata xwqe di salvegera Enstîtuyê de wê bigire. Desteya Rêveber a Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê biryar daye ku çalakiya bîranîna Apê Feqî Huseyîn Sagniç û pîrozkirina salvgera Enstîtuya Kurdî bi hev re di 18'ê avrêlê de li dar bixe.
Enstîtuyê li ser vê yekê di daxuyaniya ku weşand û wisa got: "Em têkoşerê zimanê kurdî di salvegera 8’emîn a koça dawîn de dibêjin ku em ê pênûsa li wî erdê nehêlin. Bi van bîr û baweriyan em li ber bîranîna Apê Feqî û şehîdên azadiyê bejna xwe ditewînin."
Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê heta niha Xelata Feqî Huseyîn Sagniç a Ziman bi rêzê da zimanzan Zana Farqînî, Malmîsanij, Şaredarê Sûrê Abdullah Demîrbaş û siyasetmedar Ahmet Turk.
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.