Diyarname
Li Tirkyeyê serdema futbolê ya 2018-2019 ya Lîga Super 10'ê mehê dest pê dike. Lîga ku ji aliyê Federasyona Fûtbolê ya Tİrkiyeyê (TFF) ve tê bi rê ve birin îsal 61'emîn sala wê ye. Hefteya yekemîn dê rojên 10, 11 û 12'yê mehê li dar bikeve. Ji bo destpêka sala nû me hin îstatîstîkên ji nav lîgê dan hev.
Fermo ew îstatîstîk:
Qeleparêz Şenol Guneş
- Şenol Guneş wekî qeleparêzê demek dirêi gol nexwariye. Guneş di sala 1978-79'an de tam 1112 deqe gol nexwar û ev reqor di destê wî de ye.
Golavêj Tanju Çolak
- Golavêj Tancu Çolak xwedî du rekoran e; Yek jê di sala 1987-88'an de 39 gol avêt û bi vê di serdemek de kesê herî zêde gol avêtiye ket nav dîrokê. Rekora din di maçek de yê herî zêde gol avêtine. Çolak di di sala 1992-93'yan de bi formaya Fenerbahçeyê tam 6 gol avêtin Karşiyakayê ku bi vê rekorek din bi dest xist. Di wê maçêde Fenerbahçe bi 7-1 bi ser ketibû.
Beşîktaş qet têk neçû
- Beşîktaş di lîgê de tekane tîm e ku bêyî di maçek de jî têk here bû şampiyon. Di sala 1991-92'yan de Beşîktaş di 30 maçan de 23 caran bi ser ket, di 7 maçan de wek hev ma; bêyî ku têk here bû şampiyon û ev rekor di destê wê de ye.
Beşîktaş di warê di maçek de tîma herî zêde gol avêtine jî xwedî rekor e: Di maça Adanademîrsporê de bi 10-0 bi ser ket (15.10.1989). Di vê maçê de Ali Gultekin 4 Metin Tekin 3 û Feyyaz Uçar 3 gol avêtin.
Di warê 'rêzeya serketinan' de jî Beşîktaş li pêş e: Di serdema 1959-60'î de Beşîktaş serhev de di 13 maçan de bi ser ket û ev rekor hê jî di destê wê de ye.
Şampiyonên heyî
- Di vî warî de Galatasaray bi 21 şampiyoniyan yekemîn e, dûre Fenerbahçe bi 19, Beşîktaş bi 15 Trabzon bi 6 şampiyoniyan û Bursa Spor bi şampiyonike di rêzê de ye.
Her wiha Galatasaray bi 4 şampiyonên ser hev de jî yekemîn e (salên 1996-97, 97-98, 98-99, 99-2000).
Galatasaray di sala 1969-70'ê de bi 12 pûanan ferqê bû şampiyon, ev jî xalek din e.
Pûanên zêde
- Fenerbahçe di warê di salek de bi pûanên herî zêde bû şampiyon: Sala 1988-89'an de bi 93 pûanan bû şampiyon, hê tîmek din negihîştiye wir.
Her wiha Fenerbahçe bi xwarina hindik golan bû şampiyon: Sala 1969-70. Wê salê Fenerbahçeyê tenê 6 gol xwarin û bû şampiyon.
Qeleparêz Datçu
- Qeleparêzê Fenerbahçeyê Datcu di sala 1969-70'yan de tenê 6 gol xwarin û bi vê qeleparêzê di salek de herî hindik gol xwarine ket nava dîrokê.
Di maçek de golên herî zêde
- Di sala 1991-92'yan de di maça Fenerbahçe û Gazîantepê de tam 12 gol hebûn. Ev maça ku ket nav dîrokê Fenerbahçeyê bi 8-4 bi detst xist.
Hat-Trick
- Di lîgê de 3 tîm hene ku her sê kûpa ji girtine. Di sala 1967-68'an de Fenerbahçe, 1976-77'an de Trabzon, 1992-93'yan de Galatasaray hem kûpala lîg, hem Kûpaya Tirkiyeyê û hem jî Super Kûpaya TFF'ê birine mala xwe.
Hakan Şukur
- Di temamê lîgê de heta niha kesê herî zêde gol avêtine Hakan Şukur e. Şukur di Sakarya, Bursa, Galatasaray de lîst û bi temamî 249 gol avêtin. Di sala 2007-2008'an de ev rekor ji destê Tanju Çolak girt ku Çolak bi temamî 240 gol avêtibûn. Di warê biyaniyan de jî rekor di destê Bafetimsi Gomis de ye ku wî di 33 maçan de 29 gol avêtine. Rekora berê bi 28 golan di destê Aleks de bû.
Sergen û Burak
- Lîstikvan Sergen Yalçin û Burak Yilmaz, her duyan jî di her çar tîmên mezin de lîstiye û bi vê rekor şikandine.
Tumer Metin
- Tumer Metin xwedî rekorek din e: Ew hem di Beşîktaşê (sala 2002-2003) hem di Fenerbahçeyê (sala 2006-2007) de di 100'emîn sala klûbê de bûye şampiyon.
Cuneyt Çakir
- Hakêmê ku herî zêde maç bi rê ve biriye Cuneyt Çakir e. Çakir ji sala 2001-2002'yan ve maça bi rê ve dibe û heta niha 298 maç bi rê ve birine. Çakir ku hê jî hakêmê didomîne dê vê rekorê bilindtir bike.
Oguz Çetin û Riza Çalimbay
- Lîstikvanê Fenerbahçeyê Oguz Çetin jî wekî lîstikvanê ku herî zêde forma li xwe kiriye cih digire. Çetin ku pênasa wî "Împarator" bû di 18 serdeman de bi temamî di 503 maçan de lîst û rekor di destê wî de ye. Piştî wî lîstikvanê Beşîktaşê Riza Çalimbay bi 494 maçan tê.