Diyarname
Enstîtuya Çanda Kurdî ya Vîyanayê ev çend sal in li ser navê Şerefxanê Bedlîsî bi navê "Xelata Şerefnameyê ya Çand û Zimanê Kurdî" dide kesên li ser kurdî xebatê dikin. Enstîtuyê îsal nivîskar, lêkolîner û wergêr Perwîz Cîhanî hêjayî xelatê dît.
Enstîtuya Çanda Kurdî ya Vîyanayê "Xelata Şerefnameyê ya Çand û Zimanê Kurdî" ya sala 2024'an roja 14'ê mehê bi merasimek da nivîskar, werger û lêkolîner Perwîz Cîhanî.
Dr. Perwîz Cîhanî ku zêdetirî çil salî ye di warê zimanê kurdî de dixebite. Ew ji rojhilatê Kurdistanê ye û niha li Bakur xebatên xwe yên didomîne.
Enstîtu ji sala 2018'an ve her sal vê xelatê dide, heta niha ev xelat dane van kesan Prof. Celîlê Celîl (2018), Şahînê Bekirê Soreklî (2019), Konê Reş (2020), Jan Dost (2021), Firat Cewerî (2022), Deham Ebdilfetah (2023), Perwîz Cîhanî (2024).
Perwîz Cîhanî kî ye?
Perwîz Cîhanî sala 1955'an li gundê Belesora jêrîn ya bajarê Xoyê hatiye dinyayê. Dibistanên seretayî û kutayî li bajarên Xoy û Selmasê xwendîye. Li zanîngeha Peyamê Nûr li Ûrmîyê ziman û toreya Farsî qedandîye û sala 1993'yan karnameya karnasîya ziman û toreya Farsî ji wê zanîngehê wergirtîye. Ji salên 1975-1981'ê, 6 salan wekî mamostayê dibistana seretayî li gundên ser bi bajarê Xoyê mamostetî kiriye. Sala 1983-84 wekî lêkolerê li ser jîyana koçerên kurd li Sazumna Eșayirî ya Ûrmîyê xebitiye.
Di navbera salên 1984-88'an de li radiyoyên kurdî yên Tehran û Ûrmîyê wekî nivîskar û bêjerên du bernameyên ferhengî xebitîye. Digel karê radiyoyê sala 1984'an digel mamosta Hêmin Mukrîyanî li bajarê Ûrmîyê di Intișarata Selahedîn Eyûbî de kovareke kurdî bi navê Sirwe, ku bi her du zaraveyên kurmancî û Soranî dihate weșandinê damezrandine. Deh salan ta 1995'an wekî cîgirê rêdaktor û berpirsê beşa kurmancî ya kovara Sirwe di Weşanên Selahedîn Eyûbî de xebitîye.
Sala 1995'an bi neçarî ji Kurdistanê derketîye û li welatê Swîsrayê bûye penaber. Salên 2002-2005 li zanîngeha Zurichê li fakulteya Felsefê beşa rojhelatnasîyê dest bi xwendinê kirîye. Çar
salan wekî mamosteyê ziman û toreya kurdî li zanîngeha Mardîn Artuklu de dersên zimanê kurdî ji bo xwendekarên lîsans û lîsansa bilind daye.
Heta niha gelek pirtûkên wî derketine. Hinek ji pirtûkên wî ku amade kirin û weşandine ev in.
- Mem û Zîna Ehmedê Xanî, Ûrmîye Weşanên Selahedîn Eyûbî, 1987
- Nûbara Biçûkan ya Ehmedê Xanî, Weşanên Selahedîn Eyûbî, 1987
- Rênivîsa Kurdî bi herdu șêweyan, Weşanên Selahedîn Eyûbî, 1988
- Peyam, komelekurteçîrok, Weşanên Bûyerên Rojhelat, Orient Realites, Swîsra/Isviçre, 1997
- Ax Șilêrok, helbest, Weşanên Apec, Stockholm, 1997
- Alole, komelekurteçîrok, Weşanên Doz, Stenbol, 2002
- Hezarav, ferhengek thematîk li ser Avê, Weşanên Doz, 2004
- Bilîcan, roman, Weşanên Doz, Stenbol, 2005
- Mem û Zîna Xanî bi șirove û rave, Weşanên Nûbihar, Stenbol 2007
- Wergerra çarîneyên Omerê Xeyyam, Weşanên Nûbihar Stenbol, 20015
- Çîrokehelbest, ji folklora Kurdî, Weşanên Wardoz, Amed, 2019
- Biratîya Quling û Ruvî, berhevokek ji folklora kurdî, Weşanên Sîtav, 2019
- Wergêran dubeytîyên Baba Tahir, Weşanên Nûbihar, 2023
- Lêkolîn li ser Leyla û Mecnûna Sewadî, Weşanên Sîtav, 2021
- Berawirdkarî li ser Mem û Zîna Hewramî û Beyta Mem û zînê ya Oskarman, Weşanên Peywend, 2022
- Wergêran û dahênana Xosrew û Şîrîna Nizamî, Weşanên Nûbihar,
***
Hevpeyvînek ligel Perwîz Cîhanî:
- Perwîz Cîhanî: Karekî pir dijwar e ku mirov dubeytiyên Baba yên resen ji neresenan veqetîne
***
"3 Deqe ligel Cemil Oguz"
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.