Diyarname
HDP ku li Meclisa Tirkiyeyê xwedî kom e, ji nav mebûsên xwe yên ku dê li meclisê peywirê bigirin ser milên xwe eşkere kirin.
Di civînê de HDP'ê biryar girt ku Mebûsê Qersê Ayhan Bîlgen û Mebûsa Mêrsînê Fatma Kurtalan Wekîliya Serokên Koma HDP'ê bike.
Her wiha HDP'ê ji bo Dîwana Serokatiya Meclisa Tirkiyeyê wekî Wekîlê Serokê Meclisê Mebûsê HDP'ê Mithat Sancar, ji bo Amîriya Îdareyê jî Mebûsê Entabê Mahmut Tugrul nîşan bide.