Diyarname
Festîvala payîzê "Filmekimi" ku ji aliyê Weqfa Çand û Hunerê ya Stenbolê (ÎKSV) ve tê li dar xistin îsal 11'emîn car deriyên xwe ji bo sînemahezan vedike. Fîlmekîmî piştî Stenbolê dê bibe mêvanê bajarên kurdan ên wekî Amed, Entab, Batman û Wanê jî.
Festîval îsal dê 29'ê vê mehê dest pê bike û 7'ê kewçêrê bi dawî bibe. Festîval wekî par îsal jî ji bilî Stenbolê diçe çend bajarên din jî.
Fîlmekîmî ji sînemaya nû ya dinyayê berhemên derketine pêş, berhemên hostayên sînemayê û fîlmên li festîvalan hatine nîşandayîn û xelat girtine dike mêvan. Bi giştî 39 fîlm îsal têne nîşandayîn. Li Stenbolê di salonên wekî Atlas, Beyoglu û Nişantaşi Citylife City’s de fîlm têne nîşandayîn.
Fîlmekîmî diçe bajarên kurdan
Fîlmekîmî ji salên borî zêdetir îsal eniya xwe fireh kiriye û piştî Stenbolê dibe mêvanê 8 bajaran. Par digel Stenbolê li 5 bajarên din, îsal li bajarên wekî Bursa, Îzmîr, Enqere, Erzerom, Amed û Entabê dibe mêvan û di heman demê de li Wan û Batmanê jî di vê çarçoveyê de dê fîlm bê pere bêne nîşandayîn.
Bernameya Fîlmekî bi vî rengî ye: 29 rezber-1 kewçêr Sînemaya Korupark, Bursa; 5-7 kewçêr Sînemaya Karaca, Îzmîr; 12-14 kewçêr Sînemaya Kizilay a Buyulu Fener, Enqere û Sînema Cinetekno Erzerom; 19-21 kewçêr Sînemaya Nakip Ali Sînepark a Entabê û Sînemaya Ewropayê Amed.
Digel hilbijêra di nav bernameya 11'emîn Fîlmekîmî de, hilbijêrek ji fîlmên 31'emîn Festîvala Fîlman a Stenbolê jî di nav bernameyê de cih digire.
Buhaya bilêtan
Yên bixwazin dikarin ji 22'yê vê mehê pêve ji ser bîletîks an jî gîşeyên sînemayên Atlas û Beyogluyê bilêtan bikirin.
Bilêtên Fîlmekîmî nava hefteyê seansên 11.00, 13.30, 16.00 tenê 5 TL, seansên nava hefteyê 19.00 û 21.30 û seansên dawiya hefteyê bi 15 TL ne. Bilêtên buha daxistî jî bi 10 TL ne.
Buhaya bilêtên li bajarên din ji ya Stenbolê cihêtir e. Li Bursa û Îzmîrê buhaya bilêtan bi 10 û yên buha daxistî 8 TL; li Enqere 11 û 9, li Erzerom, Amed û Entabê jî bi 7 û 5 TL'yan e.
Nîşandayînên li Wan û Batmanê jî bê pêre têne nîşandayîn. Par li Stenbolê 47 hezar kes çûbûn serdana temaşekirina fîlmên Fîlmekîmî û li bijarên din jî eleqe gelek hebû.
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.