Diyarname
Xelata Rahîbe Teresa ya Navneteweyî ku her sal tê dayîn îsal dan Ofîsa Rizgarkirina Êzîdiyan.
Merasima xelatdayînê li bajarê Mumbai ê Hindistanê li dar ket. Li ser navê ofîsê Îman Abdullah xelat girt. Abdullah di sala 2014'an de ligel malbata xwe ketibû destê çeteyên DAIŞ'ê û paşê rizgar bûbû. Abdullah di dema merasimê de wisa axivî: "Ligel malbata xw eya 8 kesî dema em ketin destê DAIŞ'ê ez 13 salî bûm. 12 mehan di destê wan de dîl mam û 3 caran wan ez firotim. Di dema dîlbûnê de ez gelek rastî zordarî hatin û gelek caran rastî tacîza cinsî hatim."
Her wiha Abdullah got ku ew ji aliyê Ofîsa Rizgarkirina Êzîdiyan ku wê demê Nêçîrvan Barzanî ew ava kiribû ve hatiye rizgarkirin.
Rehîbe Teresa ji bo mirovahiyê xebetîbû û ji sala 200'an ve li ser navê wê xelatê didin saziyên li ser aştî, edelat û wekheviyê dixebitin. Komîsyona Kêmareyan a Weqfa Armonî ev merasim li dar xist. Wan par jî xelat dabûn êzîdiyên bi navê Leyla Tehlu û Edis Beşar ku ji destê DAIŞ'ê rizgar bûbûn.