logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çîrokên ji 'Şewtbihêrk'ê hatin
  2. 'Ew jina herî xweşik bû'
  3. Nêçîrvan Barzanî: Rewşa Başûr û Rojava ji gelek aliyan ve cuda ye
  4. Xelata Nobelî ay Ekonomî da di tenan
  5. Bakirhan, Barzanî, Ebdî, Talabanî û Ehmed hatin ba hev
news-details

Çernîşevkî Rusya rakir piyan!

Nivîskarê rus ê navdar Nikolay Çernîşevskî di sala 1828'an de hat dinê û bi ser vê dîrokê re 190 sal paşê yek ji neviyên

  • Dîrok: 19/06/2018
  • Beş: Kûpaya Cîhanê 2018

Cemil Oguz

Nivîskarê rus ê navdar Nikolay Çernîşevskî di sala 1828'an de hat dinê û bi ser vê dîrokê re 190 sal paşê yek ji neviyên wî Çernîşevskîyekî* din rih da tîma fûtbolê ya Rusyayê.
Çernîşevskiyê navdar pirtûka xwe "Divê Mirov Çawa Bike?" nivîsand û di pirtûkê de rê nîşanî mirovan da. Çernîşevskiyê ciwan ligel hevalên xwe diyar bû pirtûk xweş xwendibûn û fikirîbûn ku dê çawa bikin lewma Misir ligel lîstikvanên wê, ligel Salahê navdar kilît kirin, rê nedan wan û dîrokek nû li dîroka fûtbolê ya Rusyayê kirin.
Ji serdema Çernîşevskî heta Maksim Gorki, Nikolay Obsrovski, heta Soljenîtsîn di serdema Yekîtiya Rusyayê de gelek nivîskarên navdar hebûn û di vê serdema Yekîtiya Rusyayê de di warê fûtbolê de jî pêşketin hebûn bi taybetî di salên 1980'yan de... Û piştî Yekîtiya Sovyetê têkçû nivîskarên ku derdiketin pêş jî belav bûn, fûtbola ku pêşketibû jî. Niha carek din Sovyet, bi navê xwe yê nû Rusya di fûtbolê de derdikeve pêş.

Piştî 5 golan vê carê 3 gol
Ev Rusyaya ku îsal ji bo Kûpaya Cîhanê ya 2018'an mazûvanî jî dike berî destpêkirina tûrnûvayê gelek hatibû rexnekirin. Tîma Rusyayê di maçên amadehî de hêvî nedida û gelek hat rexnekirin lê di tûrnûvayê de Rusya wekî bayê bakur hat. Rusya, di Koma A de maça yekem ligel Erebistana Siûdî lîst û tam 5 gol avêtin. Her kesî nîqaşa ev gavek tenê bû yan dê berdewamiya wê bê? Û îro Rusyayê maça xwe ya duyemîn ligel Misrê lîst. Rusya xwedî 3 pûanan bû, lê Misir bê pûan bû û jêre pûan lazim bûn.
Maç li St Ptersbûrgê bû. Çernîşevskîyê nivîskar ê navdar li vî bajarî zanîngeh xwendibû, Çernîşevskiyê ciwan îro li vî bajarî gol avêt Misrê û ev nav zêdetir derxist pêş.
Tam 64 hezar û 468 kesî li stadê li maçê temaşe dikir. Nîveka yekemîn a maçê bi 0-0 bi dawî bû; di vê nîvekê de ji her du tîman jî povîsyonên serketî nehatin. Di nivîka duyemîn de her du tîman zêdetir dixwest maçê bi dest bixe lê serê pêşî gola Rusyayê hat: Di deqîqeya 47'an de lîstikvanê Misrê Fathi gog avêt keleha xwe û derb li hêviya Misrê ket: 1-0.

"Zûba" jî heye!
Paşê Çernîşevskiyê niha mijara me ye derket pêş di deqîqeya 59'an e û Rusya bi 2-0 derxist pêş. Rusya êdî hê zêdetir bixwe bawer, hê zêdetir aram bû, leza wê tune bû. Lê dîsa jî dema bû deqe 62 Zûba** bi kurdiya me ya"zû li ba bû" û golek din avêt: Got "maç xilas": 3-0.
Helbet M.Salah ê Misrê hebû, ew ê ku li Liverpoola Îngilistanê wekî bayê dilîst û navê xwe li dinyayê belav kiribû nû bûbû baş, dilîst lê hêza wî jî têre nedikir, defansê Rusyayê jî destûr nedida wî. Erê Salah di deqîqeya 73'yan de bi penaltiyê encam anî 3-1 lê vê yekê têrê Misirê nekir.

Rusya dîrok nivîsî
Bi vê encamê di Kûpaya Cîhanê ya 2018'an de yekem tîm mafê derketina ji koman bi dest dixe û derbasî "Dora 16'an" dibe. Dîsa bi vê encamên neviyên Çernîşevskî piştî belavbûna Yekîtiya Sovyetê yekem car di tûrnûvaya navneteweyî de mafê bi awayekî serketî derketina ji nav komê bi dest dixe. Bi kurt û kurmancî Rusya mafê bidestxistina ji nav koma girt lê dê wekî yekemînê komê yan duyemînê komê jê derkeve ew nediyar e û di maça sêyem a ligel Ûrûgûay (25'ê mehê) de dê diyar bibe. Rêya Rûsyaya vekiriye, heta ku em di rojên pêş de dê bibînin.

*Navê lîstikvanê Rusyayê "Çernîşev" e û ji bo lêanînê me "Çernîşevskî" bikar anî.
**Nivîsandina navê lîstikvan "Dzyuba" ye û wekî "Zûba" tê xwendin.

**

- Lehengên her du favoriyan li sehayê bûn û bi temamî 6 gol hebûn

 

**


Ji bo agahiyên berfirehtir fermo rûpela me ya taybet:
- 
RÛPELA TAYBET A KÛPAYA CÎHANÊ 2018 

Parve Bike

Youtube Me

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news

Kilîta Li Qutiya Dil

news

Amedspor bi têkbirina Beşîktaşî re dixwaze ji me re çi bêje?

news

‘Deftera Mezin’ bo kurdî hat wergerandin

news

Ji Helîm Yûsiv romenek nû 'Jiyan Herêmeke Qedexekirî Bû'

news

Maça Amedspor û Beşîktaş: Îstatîstîk çi dibêjin, wê çawa be?

news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

news

Ma matematîk jî me dixapîne?

news

Li nav kurdan FÛTBOLA JINAN di çi rewşî de ye?

news
Kûpaya Cîhanê 2018 - Nivîsên Dawî
news
  • 20 07 2018

Ji pencereya Twitterê re Kûpaya Cîhanê

news
  • 15 07 2018

Û fînal hat, kerem bikin

news
  • 15 07 2018

Gotinek din navê, Şampiyon Fransa

news
  • 15 07 2018

Ji 'Russia 2018' notên derketin pêş

news
  • 14 07 2018

Taktîkên îngilîzan bi kêr nehatin; 3'yemînê Dinyayê Belçîka ye

news
  • 13 07 2018

Îdîaya Infantino: Ev organîzasyona herî serketî ye

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
news

Kirasê kevin ê li ser çermê xaniyê me qetiya

  • H. Kovan Baqî
news

Ziman û Postmodernîzm

  • Çorê ARDA
Ev jî hene
ad

UNICEF'ê berê xwe da navdaran

ad

Li 6 bajaran dê mîtîng li dar bixin

ad

IFPO dixwaze li Rojava nûnertiyê veke

ad

“Li Siya Keziyan Haya Maçan Ji Min Nîn e” Maloka Peyvên Belavbûyî ye

ad

Koma pêşî: 410 malbat vegeriyan Serêkaniyê

ad

Rênas Jiyan li Stenbolê dê qala Çirûskîzmê bike

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çîrokên ji 'Şewtbihêrk'ê hatin

  • 12 10 2026
news

'Ew jina herî xweşik bû'

  • 12 10 2026
news

Nêçîrvan Barzanî: Rewşa Başûr û Rojava ji gelek aliyan ve cuda ye

  • 12 10 2026
news

Xelata Nobelî ay Ekonomî da di tenan

  • 12 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname