Diyarname
Kûpaya Qral a Spanyayê ye, lê di fînalê de ne spanyayê du tîmên Katalan û Baskan derketin pêşberî hev. Di encamê de Barseloma 3-1 bi ser ket û û bû 27 caran vê kûpayê dibe mala xwe.
Êvara 30'ê mehê li Nou Campa Barselonayê di navbera tîma Kalanyayê Barselona û tîma Baskê Atletic Bilbao maça fînalê li dar ket. Kûpa, Kûpaya Qral a Spanyayê bû, lê di maçan de her dû tîman reqîbên xwe têk biribûn, spanyolî nemabûn, ew tenê bûn. Trîbun ji bo her du tîman bi qasî hev hat veqetandin.
Di deqîqeya 20'î de Messi li dû hev 4 lîstikvanên Athletic li dû xwe hiştin, lêda û ji aliyê çepê qeleparêz ve gog şand ber toran: 1-0.
Di deqîqeya 36'an de careke din Messi li ser dikê bû, vê carê wî pas da Neymar û Neymar jî ev kerema Messi red nekir: 2-0. Nîveka yekemîn wisa bi dawî bû
Di nîveka duyemîn de Messi carek din di deqîqeya 74'an de derket holê û got ev kûpa a me ye: 3-0. Lîstikvanê Baskê Williams di dewîweya 79'an de bi serê xwe li gogê da, gol avêt Lê êdî feyde nedida.
Barselona bû 27 caran ku Kûpaya Qral a Spanyayê dibe mala xwe. Piştî Barselonayê Athlecit Bilbao jî bi 23 caran tîma duyemîn e a ku herî zêde kûpa biriye mala xwe.
Barselona di La Lîga de îsal jî bû şampiyon û niha jî Kûpaya Qral bir mala xwe. Roja 6'ê meha pêşiya me jî Barselona di fînala Lîga Şampiyonan a EUFA'yê de wê li Berlînê bi tîma îtalyan Juventusê re bilîze.
Temaşevanan ji bilî anonsên bi zimanên katalan û baskî, dema bi zimanên din enons dihat kirin temaşevanan ew protesto dikir. Her wiha dema sirûda neteweyî ya Spayayê hat xwendin jî temaşevanan bi fîkînê ew protesto kirin.