Amed
Şaredarê Bajarê Mezin Osman Baydemîr û Şaredara Baglarê Yurdusev Ozsukmenler çûn serdana Keçikên ciwan ên ku di Atolyeya Xaliyan ya Sumerê de dixebitîn. Keçikan şaredaran bi çepik û tilîliyan pêşwazî kirin.
Atolyeya Xaliyan a Sumerê ku li Taxa 5’ê Nîsanê ye û girêdayê Weqfa Piştgirî û Alîkariya Civakî ye xebatên xwe dewam dike. Şaredarê Bajarê Mezin Osman Baydemîr û Şaredara Baglarê Yurdusev Ozsokmenler çûn serdana atolyeyê û ji aliyê keçikên ku li atolyeyê dixebitin ve bi çepik û tilîliyan hatin pêşwazîkirin. Xebatkaran kêfxweşiya xwe ya ji bo serdanê anîn ziman. Her du şaredar li hemberî pêşwaziya germ hestiyar bûn, ji bo eleqeyê spasî kirin. Baydemîr, bi keçikên ciwan re sohbet kir û der barê xebatên wan de agahî girt. Şaredar baydemîr, xwest ku xaliyê çêbike û destê xwe avêt xaliyê lê ji ber ku nizanî keçikên ciwan alîkariyê dan. Baydemîr, li ser mercên xebatê yên zor ên li Diyarbekirê sekinî û got: “Bi rastî jî em dikarin bibêjin ku hûn di nav qadeke ku mirov dikare bibêje keda dest ronahiya çav de dixebitin. Ez dizanim ku hûn di nav mercên pir zor bi zehmet de dixebitin. Jiyana me çiqas zor û zehmet be jî ez bawer im ku em hezkirina xwe ji bo hev kêm nekin, em ê bi rihê piştgirî û yekîtiyê derbas bikin.”
Dûre Şaredara Baglarê Yurdusev Ozsukmenler jî, ji xebatkarên keçik re diyar kir ku ew bi karek zor lê xweş re mijûl in û li ser qalîteya xaliyên Diyarbekirê sekinî. Ozsokmenler diyar kir ku ji bo bazarkirina van xaliyan ew ê di nav hewldanan de bin. Piştî sohbetê keçikan bi şaredaran re wêne kişandin.
Şaredar piştî serdana atolyeya xaliyan, çûn serdana esnafên li Cadeya Sakaryayê û der barê rewşa wan de bi wan re axivîn. Baydemîr yek bi yek bi esnafan re sohbet kir. Bi taybetî di mijara dagirkirina peyarê û paqijiyê de daxwazên xwe anîn ziman. Baydemîr, pêşniyar, gazin û daxwazên ku hatin ziman not girt û got ku dê li ser van pirsgirêkan di demek nêzîk de bisekine.
Ji malpera şaredariyê hatiye girtin