Diyarname
Festîvala Fîlman a Stenbolê di 100’emîn rojbûna derhêner Ingmar Bergman de hilbijartinek taybet ji fîlmên wî neqand û pêşkêşî temaşevanan dike.
37’emîn Festîvala Fîlman a Stenbolê îsal di navbera 6-17’ê avrêlê de li dar dikeve û her ku diçe bername saz dibe. Festîvalê ji bo 100’emîn rojbûna Bergman beşek taybet amade kir. 10 derhênerên ji Tirkiyeyê fîlmên Bergman hilbijartin û ew dê di bin vê beşa taybet de bêne nîşandayîn.
Van sînemageran ji bo vê beşê ev fîlmên Bergman hilbjartin:
- Kazim Oz – Smultronstället / Wild Strawberries / Yaban Çilekleri (1957)
- Emin Alper – Det sjunde inseglet / The Seventh Seal / Yedinci Muhur (1958)
- Semih Kaplanoglu – Nattvardsgästerna / Winter Light / Kiş Işigi (1962)
- Reha Erdem – Tystnaden / The Silence / Sessizlik (1963)
- Can Evrenol – Persona (1966)
- Umit Unal – Skammen / Shame / Utanç (1968)
- Asli Ozge – Viskningar och rop / Cries and Whispers / Çigliklar ve Fisiltilar (1972)
- Melik Saraçoglu & Hakki Kurtuluş – Scener ur ett äktenskap / Scenes from a Marriage / Bir Evlilikten Manzaralar (1973)
- Yeşim Ustaoglu – Höstsonaten / Autumn Sonata / Güz Sonatı (1978)
Ingmar Bergman kî ye?
Yek ji derhênerên navdar Ingmar Bergman di sala 1918’an de hatiye dinê û îsal 100’emîn salvegera rojbûna wî ye. Wî ji sala 1944 heta 2003’yan 45 fîlmên metrajdirêj kişandine û ji 170 zêdetir lîstikên şanoyê bi rê ve birine; her wiha wî gelek senaryo jî nivîsîne. Hin fîlmên wî di nav dîroka fîlmên herî bi bandor ên sînemaya hemdem de cih digirin. Ew di sînemaya xwe de dikeve dû felsefeyê, di berhemên xwe de bi taybetî malbat, mirin û bawerî digire dest, serê xwe pê diêşîne. Di sala 2005’an de kovara Time ew wekî “derhênerê herî mezin ê dijî” bi nav kir.
Derhênerê swêdî Bergman di 30’ê tîrmeha 2017’an de wefat kir.
**
Nûçeyên Eleqedar: