Diyarname
Diyarbekirspor û Bursaspor îro li Amedê wê bi hev re bilîsta. Di deqîqeya 17’an de ji ber ku temaşevanan zêde tişt avêtin nav sehayê û yek ji wan tiştan li hakêmê kêleka sehayê ket hakêmê nav sehayê Mustafa Kamil Abitoglu maç betal kir.
Di vê navberê de Serokê Klûba Diyarbekirsporê Çetin Sumer daket sehayê û xwest temaşevanan aş bike. Lîstikvanên Diyarbekirsporê Adnan û Tamazena jî mîkrofon girtin û xwestin temaşevanan aş bikin lê temaşevan aş nebûn. Lîstikvan ji sehayê derketin. Hakêm maç betal kir.
Piştî mace jî li der û dora sehayê di navbera temaşevan û polîsan te pevçûn derket.
Lîstikvanên wan:
Diyarbekirspor: Gokhan, Abdullah, Erdinç, Basem, Celaleddin, Ayman, Bariş, Adnan, Bebbe, Milan, Erdal
Bursaspor: Ivankov, Ali Tandogan, Omer, İbrahim, Mustafa Keçeli, Huseyin, Batalla, Ergiç, Ozan İpek, Turgay, Sercan