M.M.Gımgımi
Ez dixwazim li ser pirtûka ji hêla Hewar Gabar ya bi navê “Dîcle Xemgîn Diherike” ve hatiye nivîsîn, çend peyvan binîm ziman. Wekî malperek ku giringîyê dide xebatên çand û hunerê ez hêvîdarim ku “Diyarname” van çend peyvên min ên derbarê vê pirtûkê de bi xeşîmî be jî hatiye nivîsîn dê biweşîne, da ku her mirov bizanibe ku destê kê pênûs girt, an tiliyên kê çû ser bişkojê kilavyeyê û dest bi nivîsînê kir divê pir bi baldar tevbigere.
Pirtûk ji hêla Weşanên Ronahî ve di kanûna 2011’an de bi çapa yekemîn gihîştiye ber destê me.
Gava ku min li berga pirtûkê nihêrî, bi rastî jî navê pirtûkê bi min navekî bi jîrayetî hatiye neqandin û di asta bala xwîner bikêşe de hat xuyandin. Ji bilî vê di rûpela duyemîn de wekî edîtor navê Mihemed Ronahî û ji redaksiyonê berpirs navê Omer Dilsoz bi qasî ku em nivîsên wan dişopînin du referansên di pênûsa kurdî de pêbawerî were dixuye. Dema min ev her du nav dîtin bê dudilî min pirtûk kirî û bi kelecanek bêpîvan dest bi xwendina wê kir. Lê hê di rûpela heftemîn de -destpêka romanê- û bi hevoka yekemîn ez wek hespek rehwan yê pêrgî çalek were û bilikume, likumîm. Wekî mînak “bayekî hûnik û nerm bayê çiyan, wekî lêketina destê yareke nazdar bi dayina hestek bêemsal rûyê mirov diferikîne û derbas dibe”(rûpel-7). A rast nivîskar bigota “ bayekî hûnik û nerm yê çiya” û ba dubare nekira çêtirbû. Ya duyemîn bi qasî ku ez dizanim ferikandin ji bo belavbûnê (bi tirkî dagilma-sindirme, firkandin ji bo mizdandinê (bi tirkî okşama) tê bikaranîn. Lewra jî divê hevokê wiha dewam bikira …………. “hestek bêemsal rûyê mirov “difirkîne” û derbas dibe”. Wisa tê xuyanî ku firkandin û ferikînê cih guheriye û şaşîtiyek hatiye holê.
Tenê di yek hevokek destpêkê de ne, wekî din bi sedan hevokên têgihîştina wan zor bi devoka nizanim a ku derê hatiye nivîsîn. Bi rastî jî nivîskar jî hay ji vê rewşê heye ku li dawiya pirtûkê ji bo xwîneran ferhengokek ji devoka xwe sazkiriye. Bi rastî jî ew ferhengok nebûya belkî min pirtûk wekî ‘zaravayeke kurdî’ yê min qet nebihîstîye bi nav bikira. Di sazkirina piraniya hevokan de dem- lêker û kirde bi hev nakin. Di hêla din de di nivisîna bêjeyan de xeletî pir in. Wekî êxistin, tavêtin, xwilam û bi sedan yên bi vî rengî! Qet nebûya bila xulam -bende- rast bihata nivîsîn lo! Xwilam peyvek nû ye qey hatiye afirandin.
Hevoka bi “Anku Rêya Hervişim…. dest pê dike (rûpel 66), di rûpela 69’an de di herka destpêka hevoka “Tirimpêl li derê………. dibe reya Hervûşîm”! Ji bo vê ya bigota Riya Hevrişîm (bi tirkî îpek yolu) wê çêtir bûya. Hervişim û Hervûşim jî qey du têgehên nû yên li gorî teknolojiyê hatiye afirandin e.
Di rûpel 52’yan de peyva “Cîhana qelb” derbas dibe! Divê bigota cîhana qelp.
Rûpel 63 hevok “ Ji ewrên …………………………………………. Dest pê dike û bi “derbên dewsên nalkirî yên dewarên bar hulûs bûyîn” diqede. Di vir de dewar û nalan çawa cih guheriye! Ez vê pirsê bi taybet ji birêz Dilsoz dikim. Çimkî Dilsoz di nivîsek xwe ya di kovarek de peyvek nû ji başûr deyn kiribû û li ferhenga dilê me zêde kiribû de, gotibû ji bo li ser tiştek bi lêhûrbûnî were sekinandin “çavçêrîn” di cih de ye. Wisa dixuye ku qet bi çavçêrînek li ser vê pirtûkê nexebitiye.
Rûpel 45, di paragrafa yekemîn de hevok bi “li ser çûkan rûniştiye bûk” diqede. Bi rastî dema min hevok xwend ez piçek heyirîm û fikirîm, gelo bûk çawa li ser çûkan rûdine? Ew qas çûk ji ku anîne? Qasî ku ez dizanim çûk tê maneya çivîkan, teyran an ajalên firinde. Lê nivîskar di şûna ku bibêje li ser çogan/çokan rûnişt ji xwe re peyva çûkê rakêşer dîtiye!
Bi van çend mînakan ez dixwazim bibêjim ku bi rastî pirtûk ji hêla rastnivîsîn û bêjeyan ve xwîneran pir diêşîne. Berpirsiyarê vê êşa me ez tenê nivîskar nabînim, ji wî pirtir mesulîyet li ser Omer Dilsoz e. Çimkî karê redaktekirinê ê wî ye. Bila bizanibe ku xwendevan ne birên pezan e. Tenê navê xwe li ser pirtûkê xêzkirin têrê nake. Û divê li ser pirtûkê hinek guhertinên ku karê xwendevanan hêsantir dike bikira. Hinek dikarin bibêjin ku kes pirtûkê bi zor bi te nade xwendin, ger tu napejirîne nexwîne. Lê ev fikir ji berpirsiyariyê rev e. Tu tiştek din nîn e. Û ji rexneyê re derî girtin e. Û bi ser de ev gilî û lomên min ez welê angaşt dikim ku gilî û gazincên bi hezaran xwîneran e. BÊ REXNE GEŞEDAN ÇÊNABE.
Ligel rexneyên hatî kirin, ez tu carî xebat û keda nivîskar paşguh nakim. Lê rexneya min ji naverokê betir li ser nivîsîn û peyv û hevokên hatiyê bikaranin de bû. Ger ez li ser naverokê çend tiştan bibêjim, bi hêsanî dikarim bibêjim ku lehengên romanê qet yek jî bi karektereke xuyanî dernakeve pêşberî me. Bi qasî ku serfermandar Serdar dixuye jî, Cengo bi hêsanî diha zêde di mejiyê me yê bi qasî xwe tevlihev bûye de cih digire.
Ez ji bo xebata Hewar Gabar sipas dikim, ji ber ku dîroka me ya sîh salên dawiyê bi qasî hêza xwe aniyê rojevê. Divê em ji bo dîroka xwe ya bi xwîn hatiye nivîsin bi nifşên pêşerojê bidin fêhmkirin em zimaneke herikbar, hevpar, ji devokan hatiye parzûnkirin bikar bînin. An na ji xwe şerê derûnî ku dagirkerên me li hemberî me didin meşandin û dibêjin jixwe hûn ji hev fêhm nakin wê bigihêje armanca xwe.
Wekî hevoka dawiyê dixwazim bibêjim tenê Dîcle Xemgîn Di(Na)herike, em jî bi vê pirtûkê bi xemgîniyan hatin pêçan, ji ber ku herka xwendina me hat astengkirin. Em pir likumîn lê şikir dîsa jî neketin.
Ji hemû xebatkarên zimanê kurdî yê birîndar re serkeftin, serkeftin û hezar carî serkeftin…


