Silava Ebdurehman / Qamişlo / ANHA
Dengê Mihemed Şêxo ji çend salan ve ji taxên Qamişloyê dernakeve. Dengê wî azarên gelê kurd îfade kir. Mihemed Şêxo bû yek ji stranbêjên kurd ên navdar. Mihemed Şêxo tecrubeya xwe ya hunerî di navbera Beyrûd, Bexda, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê de derbas kir.
Mihemed Şêxo awaza kurdî ji goşeya folklorîk ber bi asoyên fireh ve veguhast. Bi rêbaza xwe dibistaneke stranê ava kir û bandoreke mezin li muzîka kurdî kir.
Hunermend û nivîskarê kurd Mihemed Şêxo di 1948′an de li gundê Xecokê yê başûrê rojavayê Qamişloyê ji dayik bû. Mihemed Şêxo di nava malbateke xizan de ku ji 14 kesan (bav, dê, 6 xort û 6 keçan) pêk dihat mezin bû. Ew kurê mezin ê malbatê ye. Di navbera Lubnan, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê de geriya.
Şêxo 120 stran çêkirine ji wan Eman Dilo, Hebis û Zindan, Rabe ji Xewê, Felek û Mahabad, Nesrînê. Şêxo stranên xwe ji 18 helbestvanan mîna Taha Xelîl, Yûsif Berazî, Omer El Elî, Kemal Şemas û Mistefa Cuma girtine.
9′ê Adarê salvegera 34′an a wefata Mihemed Şêxo ye. Ruxmî derbasbûna gelek salan, lê hîna stranên wî zindî ne û tên hezkirin.
'MIHEMED ŞÊXO MOHRA XWE LI DÎROKA HUNERA KURDÎ XIST'
Birayê Mihemed Şêxo, Beha Şêxo anî ziman ku Mihemed Şêxo di stranên xwe de gotinên kurdî yên resen hildibijart û wiha domand: ʹʹJi vê jiyanê zû bar kir. Lê li şûna xwe mîraseke mezin û dewlemend hişt. Ev mîras azar û dîroka gelê kurd îfade dike. Mihemed Şêxo mohra xwe li dîroka hunera kurdî xist. Ji lew re êdî bi hunermendê Kurdistanê tê naskirin."
Beha Şêxo bi bîr xist ku Mihemed Şêxo di nava gelek herêmên Kurdistanê de geriyaye, lê wekî hunermendekî herêmî li xwe nedinihêrî û diyar kir ku ev yek di gotinên wî de xuya dibin ku li ser tevahî parçeyên Kurdistanê parve kiriye.
′HUNERA XWE JI HUNERA KLASÎKÎ YA KURDÎ HILBIJART Û XWE PÊ TÊR KIR′
Beha Şêxo da zanîn ku Mihemed Şêxo hunera xwe ji hunera klasîka kurdî wergirt û bû dibistana hunera kurdî û pêşxistina wê. Beha Şêxo wiha dom kir: ʹʹMihemed Şêxo stranên xwe bi baldarî çêdikirin û tê de parastina gel û welatê xwe nîşan dida. Ruxmî ku zimanê kurdî di wê demê de qedexe bû, perwerde, xwendin û axaftina wî ji ber zextên rejimên Kurdistan dagir kirine zehmet bû, lê ev ziman bi rêya huner û hunermendên mîna Mihemed Şêxo hate parastin. ʹʹ
Mihemed Şêxo gotinên kurdî yên resen û xurt hildibijart, tevî ku gotinên siyasî yên eşkere di stranên xwe de nedigotin. Lê dîsa jî ji hêla hikumeta Şamê ve dihate girtin û îşkence lê dihat kirin.
Şêxo diyar kir ku Mihemed Şêxo ji ber zextên rejîma Baaʹê ji Sûriyeyê derket û berê xwe da başûrê Kurdistanê, li wir jî bi hunera xwe û çeka xwe tev li şoreşê bû. Piştre berê xwe da rojhilatê Kurdistanê û jiyana xwe ya şoreşgerî û hunerî domand.
Ji ber wê Mihemed Şêxo îro bû dibistaneke hunera kurdî ya bi hemû cureyên wê; siyasî û xezel ku hemû peyamên ji bo nifşên Kurdistanê ne.
Beha Şêxo wiha domand: "Xewna Mihemed Şêxo mîna xewnên gelek şoreşger, siyasetmedar û hunermendên şoreşgerî bûn. Dem nêzîk bûye ku ev xewn bi cih were. Em bi hêvî ne destkeftiyên ku kurdan bi dest xistine bigihîne serkeftina dawî û azadiya giştî da ku xewnên Mihemed Şêxo û hevrêyên wî pêk werin."
′DÎROK Û BÎREWARIYA GEL TEMSÎL DIKIN′
Mamosteyê beşa Wêjeya Kurdî ya Zanîngeha Rojava, pisporê şanogerî, helbestvan û nivîskarê kurd Beşîr Mela Newaf dengbêj Mihemed Şêxo bi bîr anî û got: "Em bejna xwe li hemberî huner û berhemên wî ditewînin ku wêje û hunera kurdî parast. Divê li ser kesayetên wiha lêkolîn werin kirin ji ber ku ew dîrok û bîrewariya gel temsîl dikin."
Mele Newaf wiha domand: "Kişandina nefesekê bi kurdî ji hêla desthilatan ve dihate qedexekirin. Mihemed Şêxo di qonaxeke herî dijwar û reş de jiya ku li ser gelê kurd ê li Rojava re derbas bû. Piştî ku rejîma Bass gihîşt li ser desthilata Sûriyeyê şerê kurd û zimanê kurdî kir da ku kurd, ziman û dîroka wan asîmîle bike. Mihemed Şêxo jî yek ji welatiyên qonaxa tarî bû û bû mîrasa pêşxistina ziman û hunera kurdî. Şêxo di aliyê folklora kurdî de bû xeleka navbeynkar di navbera mîrasa hunermendên beriya xwe û piştî xwe de."
′DENGVEDANA AZARÊN GELÊ KURDISTANÊ′
Mele Newaf destnîşan kir ku ruxmî mercên zehmet û xizaniyê, hêzkirina Mihemed Şêxo ya jihuner, mîras û folklora kurdî re bûm dengvedana azarên gelê Kurdistanê.
Beşîr Mele Newaf diyar kir ku Mihemed Şêxo ji hêla tevahî gelê Kurdistanê ve tê hezkirin û got: "Mihemed Şêxo bû rihê vejîna hunera kurdî û di dîrok û bîrewariya gelê Kurdistanê de hunermendekî zindî ye. Heta roja îro dengvedana stranên wî li ser zimanê nifşên gelê kurd e."
Beşîr Mele Newaf destnîşan kir ku amûra ku Mihemed Şêxo dijenand (lêdida) xwedî têkiliyeke dîrokî ya bi gelê kurd re bû, ev jî hişt ku ew azar û birînên gelê xwe bi awayekî xweştir îfade bike.
ŞOREŞA ROJAVA XEWNÊN WÎ PÊK ANÎN
Beşîr Mela Newaf di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Piraniya stranên Mihemed Şêxo ji helbest û gotinên Yûsif Berazî 'Bêbihar' bûn, gotinên wî jî gelek êşên gelê kurd dianîn ziman û heta îro jî ew gotinên wî di nav stranên Mihemed Şêxo de zindî mane. Her wiha di zanîngeha me ya Rojava de ku bi saya fedakariya têkoşer û şoreşgerên kurd ava bûye, em berhemên Mihemed Şêxo û hevrêyên wî yên hunermend didin fêrkirin, ev jî xewna wan bû."
Piştî ku Mihemed Şêxo ji zîndanên Baasê derdikeve, di 6'ê Adara 1989'an de krîza dil derbas dike û di 9ʹê Adarê de li nexweşxaneya Wetanî ya Qamişlo koça dawî dike. Cenazeyê wî jî li goristana Hilêliyê hat veşartin. Her sal 9'ê adara Mihemed Şêxo li ser gora xwe tê bibîranîn.