Serokê Odeyên Bazirganî û Pîşesaziyê yên Herêma Kurdistanê Dara Celîl Xeyat ragihand ku Konferansa Aboriyê ya Kurdistanê dê îro bi beşdariya 200 karsazan li Hewlêrê dest pê bike.
Xeyat got: "Konferans dê bi beşdariya 200 bazirgan, pîşesazkarên Kurdistan û nûnerên dezgehên hikmû yên herêma Kurdistanê bê sazkirin û wê rojek dom bike. Di konferansê de dê qala tedbîrên ku divê ji bo pêşvebirina aboriya Kurdistanê û destnîşankirina arîşeyên li ser pêşkeftina aboriya bazirganî û pîşesaziyê li herêma Kurdistanê bên girtin, bê kirin. Xalên ku ji bo çareserkirina arîşeyên aborî yên Kurdistanê bên destnîşankirin dê wekî tewsiye, pêşkêşî serokatiya civata wezîran bê kirin da ku arîşeyên heyî yên aboriya Kurdistanê bên çareserkirin.”
Ji PUKmedia hatiye girtin


