Cizîr
Zêdetirî sed hezar kesî bi diruşma "Şehîd namirin" û sirûda "Çerxa Şoreşê" oxir li Serokê Giştî yê KADEP'ê û Parlementerê Amedê Şerafettîn Elçî kir. Di axaftinên merasîma cenazeyê de hatin kirin, hate diyarkirin ku wasiyeta Elçî yekîtiya kurdan bû.
Cenazeyê Elçî ji Amedê tevî Hevserokên KCD'ê Aysel Tugluk û Ahmet Turk, Hevserokên Giştî yên BDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Gultan Kişanak, parlementerên BDP'ê Sirri Sakik, Adîl Kurt, Îdrîs Baluken, Emîne Ayna, Nursel Aydogan, Altan Tan, Ertugrul Kurkçu, Ayla Akat, Nursel Aydogan, Esat Canan, Erol Dora, Sebahat Tuncel, Leyla Zana, Cîgirê Serokê Giştî yê CHP'ê Sezgîn Tanrıkulu û Parlementerê CHP'ê yê Dêrsîmê Huseyîn Aygun, Birayê Serokê Herêma Federal a Kurdistanê Mesud Barzanî Sîdar Barzanî, Sekreterê Giştî yê PDK’ê Fadil Mîranî, hunermend Ferhat Tunç, Suavî, Teknîk Dîrektorê Çaykur Rîzespor û zavayê Elçî Mustafa Denîzlî, gelek akademîsyen, nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî, şaredarên BDP'ê, rêvberên BDP'ê û gelek kesên din cenaze anîn Cizîrê.
Li Mêrdîn û Nisêbînê bi sedan kes derketin ser kolanan û konvoya cenaze bi slogana "Şehîd namirin" pêşwazîkirin. Kovoya cenazeyê bi wesayîtên di rê de tevlîbûn de bi hezaran wesayîtan cenaze anîn Cizîrê.
Karwanê cenaze li Cizîrê ji aliyê deh hezaran kesan ve bi sloganên "Şehîd namirin" û "Bijî Serok Apo" hate pêşwazîkirin. Piştî cenaze gihişte Cizîrê hejmara girseyê sed hezarî derbas kir û Kolana Nisêbînê ji bo trafîkê hate girtin û girseyê dest bi meşê kir.
Di meşê de posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û Şerafettîn Elçî, alên PKK û KCK'ê û Kurdistanê hatin vekirin. Di meşê de pankratên "Roboskî canê me ye, em canê xwe ji bir nakin" û "Me Roboskî ji bîr nekir û em jibîrnakin" vekirin. Cenazeyê Elçî bi meşê birin mala wî ya li taxa Kaleyê û piştî demekê li vir hate sekinandin darebesta bi alên "KCK" û "Kurdistanê" hate pêşandin û li ser milan hate hilgirtin.
Cenazeyê Elçî bi sloganên "Şehîd namirin" anîn Ulu Camî û piştî li vir wecîbeyên olî bi cih anîn careke din li ser milan ber bi Goristana Asrî ya Cizîrê ve birin. Cenaze bi meşekî bi hempa anîn goristanê. Li vir cenazeyê Elçî bi tîlîlî û sloganan spartin axê.
Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk li vir axivî û diyar kir ku ji bo gelê kurd Elçî têkoşîneke gelek mezin da û wiha got: "Birayê me Elçî tevkariyekî mezin da têkoşîna gelê kurd û em wî bi rûmet bîr tînin. Îro êşa me mezin e. Daxwaza birayê me Elçî yekîtiya kurdan û têkoşîna biratiyê bû. Serê gelê kurd sax be."
Sekreterê Giştî yê PDK’ê Fadil Mîranî jî sersaxî li gelê kurd û malbata Elçî da û wiha got: "Min 42 sal berê Elçî dema ku li cem Mela Mistafa Berzanî têkoşîn dimeşand nas kir. Tevkariyekî mezin da têkoşîna azadiya gelê kurd."
Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş jî wiha got: "Serê gelê kurd sax be. Em dê xwedî li mîrateyê wê yê têkoşîna aştiyê derbikevin. Em dê di riya wî de têkoşîna xwe berdewam bikin. Em dê xwedî li mîrateyê wî derbikevin. Herî dawî dema ku min ew dît û hevdîtin pê re kir ji min re got, 'Çavê min li pey min nîn e. Ji ber ku gelê kurd di nava yekîtiyê de tev digere.'"
Piştî girse ji goristanê veqetiya li Kolana Nisêbînê wesayîtên polîsan di nav girseyê re derbas bûn û bûyeran dest pê kir. Polîsan bi bombeyên gazê mudaxele li girseyê kir. Gelek kes ketin bin bandora bombeyên gazê.
***
Nûçeyên eleqedar:
- BDP'ê banga beşdariya merasima cenazeyê kir
- Peyamên ji bo wefata Şerafettin Elçi
- Ahmet Turk: Bila serê gelê kurd sax be
- Cenazeyê Elçî dê bibin Şirnexê


