Hevpeyvîn: Çiya Mazî
Ez û mamosteyên hêja, xwendevanên zimanê kurdî Tahsin û Ozlem, ji zûde ye li bajarê Mêrdînê hev dibînin. Bi vê yekê re min dît ku ew xwendevanên zimanê kurdî yên zexm in. Ez dikarim bibêjim ew ji pirê nivîskaran jî bêhtir pirtûkên kurdî dixwînin. Heta niha bi piranî xwendevan ji nivîskaran hat pirsîn, lê kesî fikra xwendevanên wêjeya kurdî nepirsî. Ji ber wê yekê ez dixwazim fikrên wan bigihînim nivîskarên kurd û mirovên kurd. Hêvidarim wê sûdeyek vê hevpeyvînê çêbibe.
Ç.M : Îjar gelo têkiliya we bi nivîsa kurdî çi demê û çawa çêbû hûn dikarin hinekî qal bikin?
Ozlem:Heft sale ku ez bi Kurdî dixwînim.Di destpêkirina xwendin û axaftina Kurdî de têgihiştim ku ez bêtir karim têkilîyê bi derûnîya xwe re deynim.Ji xwe ziman tenê ne alavekî têkilîyê ye. Kesayetîya mirov bi xwe ye. Çîroka min jî ,ji vir dest pê dike. Yanî bîyanîtîya min û çanda min, nîşanî min da ku ziman ji alavekî bêtir hebûna bav û kalan e. Bi zimanê bîyanî mirov bîyanî dibe. Qedexekirina ziman, di mirov de rehên ragihandinê jî dixetimîne, mirov xwe belengaz û fedîkar dibîne. Tahakkûma zimanê bîyanî, di mirov de xwe biçûk dîtin û biçûk xistinê diafrîne. Xwe biçûk dîtin, ji xwe dûr ketine.
Tehsîn: A min bi xwe xwezayî çêbû. Ji zimanê xwe qet dûr neketim. Xwe bi siûd dibînim. Ez di rewşa Ozlem û ên wek wê de bûma dibû ku min kedek weke a wan jî nedana , wan pîroz dikim. Gava ez bi girîngîya zimanê dayîkê û bandora ku li ser min çêkirîye hesîyam, min dît ku ew weke berbejnekê di bin çengê min de girêdayî ye. Çêj û ekla wê nehişt ez dev jê berdim.
Hûn bi piranî ji kîjan beşa wêjeyê hez dikin? Di kurdî de hezkirina we tê guherandin? em bibêjin hûn di Tirkî de ji çîrokê, lê di kurdî de ji helbestê hez dikin, an ferq nake?Kek Tahsîn.
Tehsîn: Ma mûmkine mirov ferqîyê nexe navbera zimanan? Eşqa helbesta qlasîk gelekî di dilê min de cîh girtîye û bawerim wê ev zû neqede jî; lê bêtir çîrok û roman bala min dikşîne. Di Kurdî de kêm pirtûk diweşin. Ji ber wê jî mafekî me yê ku em karibin hilbêjêrin tûneye. Berhemên gelekî hêja bin jî em dixwînin û yên lawaz jî. Zimanê Tirkî ji alîyekî dihêle,em berhemên wêjaya Tirkî û ji alîyê din jî wêjeya dinyayê bixwînin, lê xeterîya wê jî heye. Di vî nîrê ku em têdene xwezîya me karibûna ya orjînalîya wan berheman yan jî wan berheman bi zimanê xwe bixwendana.
Ozlem: Ku em wêjeyê tenê bifikirin roman û çîrok e. Kêmanîya wêjeya Kurdî werger e. Ji ber ku bala min bêtir li ser civaknasî û psîkolojî ye. Di vî alîyê de ditengijim. Wêjeya Tirkî û Kurdî, ji ber ku di pêxîra hevde ne û ji ber ku berhemên hêjayî xwendinê hene, em bêtir roman û çîroka wê dişopînin.Lê tirsa ji zimanê Kurdî durketin, bêtir min bi kêmanîya wergerê re rû bi rû dihêle.
Belê Ozlem… îjar tişteki din, gelo bi ya we aniha di wêjeya kurdî de kîjan beş hê pêşketî ye? Wekî; çîrok, roman, helbest, bîranîn, ceribandin?
Ozlem: Çawa ku jiyana me ji êş,jan û birînan pêk tê, wêjeya me jî di vê mijarê de çog daye. Dibêjin heft çîrokên hirçê hene, giş jî li ser hirmîyan e. Ku di du tiştan de berhemên têrtije neyên nivisandin, wê wêje negihije qonaxek nuh. Qonaxa nuh jî postmodernîzme. Yek jê nivîsarîya gundîtîye ya din jî berhemên zargotin û folqlorîk e. Ev asteke ku wêje mecbûr e tê de derbas be. Pirsek li nav me digere :Çima em nikarin romana bajarvanîyê binivsinîn? Divê baş bê zanîn, heya van qonaxan derbas nekin, em kezîyan bi dest naxin.
Tehsîn: Ku mirov weke hejmarê binirxîne,berhemên helbestê ji yên roman û çirokê bêtir in. Di wêjaya Kurdî de gelekên xwedî behrem hene lê ismê nivskarîyê bi wan re tune û hejmara vana bi ser nîvî re ye. Despêk xwendin û nivîsandina Kurdî ye ku hînî xwendin û nivîsandinê dibin, xwe weke nivîskar bi nav dikin û helbestan dinivsînin. Piştî demekê êdî xwe bi ser helbestê re dibînin û dor tê çîrokê… Ku xwe gihandin romanê jî şûr simbêlê wan nabire êdî. Lê nizanin heta mirov helbesteke hêja binivsîne ker jê têne kişandin. Heta mirov mala xwe li dû peyvan li miratê negerîne nikare bibe helbestvan. Divê mirov ji bo du peyvên edebî mala xwe li mîratê bigerîne.
Kek Tahsin, bi ya we lêkolînên zargotinî û folklorîk çawa ne, li pirtûkxaneya we piran cih girtine ez dibînim?
Tehsîn: Ev mijar bi xwe jî pirsgirêkeke ku dibê rojek bere rojekê bê çareser kirin. Lêkolînên zargotina Kurdî gelekî dereng dest pê kirine. Di Kurdî de ev kar li ser milê hinek kesan maye Ev karekî mûhîm e divê sazî bikin. Ê ku bi çarlepkê jî be xwe gihandibe kelepora zimên ew gelekî bi siûd hatîne dîtin. Ev çend salên dawîyê gelek berhem çap bûn. Divê baş bê zanîn ku heta nivîskarek weke rênçberkî li kelepora xwe nexebite tûcarî wê negihîje asta nivîskarîyê.
Ozlem: Dixwazim li ser berhemên zargotinî çend gotina bêjim û malavahîya xwedîyê kedê bikim. Memê Alan… Memê Alan îro ji pirtûka Remezan Alan re bûye mijar, Kerr û Kulik ji Bilîcana Perwîz Cîhanî re, Derwêşê Evdê, Cembelî, Ristemê Zal, Destana Kawa… Gelek berhem ji wan derketin û em bala xwe bidinê asta berheman çêtir bûye. Dibe rojekê Tahar û Zarê,Fatma Salih Axa,Hesenîko,Hesenê Mala Musa,Çetelê Axê…hwd. Jî bibin berhemên hêja. Di alîyê zargotinî de keda Hîlmî Akyol, Salihê Kevirbirî, Hecîyê Cindî, Riza Çolpan; Di alîyê biwêj û gotinên pêşîyan de jî keda Mustafa Borak, Çîya Mazî, Dîlawer Zeraq nayê jibîrkirin.
Îjar hûn çîroka kurdî çawa dibînin? Kîjan şêwaz li pêş e an kîjan şêwaz li kurdî tê?
Tehsîn: Ku mirov çend berhemên çend nivîskaran ji nav derxe wê çîroka Kurdî nemîne. Loma jî divê em çîroka Kurdî di hundurê wê de binirxînin, doya wê û îroya wê bidin ber hev ku em karibin asta ku têdeye bibînin. Hejmara nivîskarên bi çîrokê dadikevin geleki kême. Çîroknûs jî her ku diçe berhemên ji ê xwe yên berê çêtir dinivîsin. Ev tiştekî başe, lê ne bese. Dibê hêzeke teze di hewara çîroknûsan de bê, ev jî bi hebûna kovarên wêjeyî û bi pêşbirkên çîrokan ku hineki din di rojevêkevin û rê ji xortan re veke wê mimkun be. Êşên çîroka Kurdî gelek in; çîroka Kurdî hîna xwe ji çîroka zargotinî xalî nekirîye. Berhemên ceribandin û bîranînan bi tilîyên destan têne jimartin lê halê çîrokê ne ji ê wan çêtire. Qet nebe forma bîranîn û ceribandinê eşkereye. Lê hinek çîroknûs jê, çîrokê weke romanekê kurt dibînin. Ji ber wê jî, çîroka Kurdî virnî dimîne.
Ozlem: Bi piranî em li ser kêmanîyên wêjeyê radiwestin.Bila şaş neyê fêhm kirin.Bê gûman,berhemen hêjayî pesinandinê jî hene.Ku rexnegirîyê di wêjeyê de cîh girtibûna,wê werbêja berhema jî bibûna.Wê çaxa jî wê şêwaza berheman,çê û xerabên wan kişiv bibûna. Bi hewldana rexnegiran xwandevan wê ev qas newestîyana û sersar nebûna. Ku niviskarek çiqas ji alîyê pirtûkên nirxandina wêjeya hemdem, ji alîya kilasîkên Kurdî, wêjeya rojhilatî dewlemend be; zargotin, îdyom û kelepora xwe çiqas bişopîne wê ew qas serkeftî be.
Lê romana kurdî çawa ye? Kîjan şêwaz tê hezkirin û li pêş e gelo?
Tehsîn: Romana Kurdî parîkî dilê mirov hênik dike.Nivîskarên romana Kurdî her ku diçe zêde dibin û berhemên hêja li wêjaya Kurdî zêde dikin. Ku mere Cerwantesên Kurdî (Qesta min Elîyê Evdirihman û Erebê Şemo ye) û romanên niha bide ber hev merê bibîne her ku diçe asta wê bilindtir dibe. Niha romanên dîrokî, şerî, efsaneyî, mitolojîk, qerfî gellek berhem li ber destên me hene. Me gava din qala çîrokê û lawazîya wê kir, ku em bala xwe bidinê gellek çîroknûsan terka çirokê kirine û bi romanê daketine. Hesenê Metê, Helîm Yûsif, Yaqob Tilermenî … Eva ji bo romanê xurtîye lê çîrok? Çîrok li ser milên çend kesan ma. Ji wana yek jê tu yî. Nivîskarên ji wêjaya Tirkî vegerîyan jî wê hêzeke baş bide romana Kurdî. Şener Özmen bi berhemek gelekî hêja şahnên romanûsekî xurt rê me da. Em bi baldarî li hêvîya İlhamî Sîdar û berhemên wî yên kurdî ne.
Ozlem: Belê, romana Kurdî di rewşeke wisa de ye. Tije hevî ye, pêşde dikeve; lê nivîskarên me di hevpeyvînan de û di malperan de tim gazinên tunebuna nirxandinê dikin. Ji wan dipirsim:Wê kî binirxîne? Rexnegir tunebin hûn zendên xwe bimalin û vî karî bikin. Carna pirtûk çap dibin lê baş redekte nebûne, şaşîyên rêzimanê, pirtûkê ji qîmet de dixe. Tiştekî din jî mijara romanê ye. Pirê romanan li dora xelekê diçin û tên. Welatê me ji alîyê mijaran de gelekî dewlemende. Têkelîya romanê û sînemayê jî divê hebe lê ka sînemaya Kurdî? Ku berhemên Kurdî ji şano û sînemayê re bibin alav wê ji bo romanê jî û ji bo sînemaya Kurdî jî bibe hêz.
Hûn helbesta kurdî ew jî wekî ya çîrokê, gelo kîşan şêwaz (cûre) li pêş in? wekî hûn dizanin klasîk jî hê tên xwendin.
Ozlem: Helbesta Kurdî ji girtîgeha qesarên pûç filîte dibe,hêdî hêdî gelek helbestnûs bi rik û kedeke mezin bi salan e serê xwe pê diêşînin. Ku demeke dirêj mirov li ser karekî hûr bibe zanetî û hostetî jî di giyanê wî de diqewîme minakên vê gewma pirin: Îrfan Amîda, Arjen Arî, Berken Bereh, Rojen Barnas, Lal Laleş… Helbest bala xwendakaran jî dikşîne. Pirtûka Renas Jiyan, Janya çapa didoyan kir. Klasîkên Kurdî ji nuve dibin sitran. Berhemên Kilasîk yên bela wela têne berhev ji nû ve çapên wan dibin. Ji girtîgehan îdî helbestên hêjayê xwendinê têne ber destên me. Jin her ku diçe bêtir di helbesta Kurdî de cîh digrin.
Ku hûn dibêjin berhem pir dibin, lê gelo wekî xwendevan gelo sedemên kêm xwendina zimanê kurdî çi nin? Pê re jî hûn ji nivîskaran, weşangeran û mirovên kurd çi hêvî dikin an dixwazin, ji bo ku xwendevan pir bibin? Ji bo bakur û derdora we.
Ozlem: Sedema herî girîng,mirov bi piranî ne bi girîngîya zimanê bav û kalan tênegihaştin in. Gelek mirov dibêjin em fêhm nakin tiştên tên nivîsandin.Ez dipirsim ew ji bo zimanên xwe fehm bikin çi qasî kedê didin, çi dikin, ji dil jî dixwazin bi zimanên xwe bijîn? Ji bo xwendina Kurdî zêde be divê ev têgehan baş bên fêhm kirin.
Tehsin: Ne pir em vegerin deh sal beré. Gava berhemeke Kurdi biweşiyana bi lez u bez me xwe digihandê, ku niviskarek bihatana welêt, panelek li dar biketa li kijan bajari buna me xwe digihandê. Niha dijberi wê… hema dirêj nekim niviskarên me ne li ser qimetê xwe yê berê ne. Sedemeke din berhem têra xwe nayên danasin. Pirtukfiroşên me bi niviskareki re ne li hev bin pirtukên wi nafiroşin, kêmaniyên weşanxaneyan ji gelekin, refên me bi pirtukên bêyi edîtotîyê çapbuyi tije ne. Vî çenda di gelek malper u kovaran de derheqê wergerê de niqaşeke digere ez jî ji wan re dibêjim ji kerema xwe re ku hunê wergerê bikin bila berhemên hûn hilbijêrin bi kêri edebiyata Kurdi bên.
Belê baş e hêvîdarim nivîskar wê ji fikrên we sûdê wergire… spas…û mala we ava.
Mal we jî ava ji bo vê derfeta te da me.
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.


