Amed
Li Amedê 4'êmîn Şahiya Şanoya Lîseyan ya ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve tê organîzekirin dê navbera 1-11'ê gulanê dest pê dike.
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi armanca pêşvebirina aliyê hunerî ya di navbera xwendekarên lîseyê de 4'emîn Şahiya Şonayê ya Lîseyan li dar dixe. Di şahiyîde de dê 10 komên şanoyê yên lisêyê listikên xwe pêşkeşî şanohezan bikin.
Derhenerê Giştî yê Hunerê ya Şanoya Bajêr Mehmet Gunduz der heqê armanca şahiyê de agahî dan. Gunduz balkişand ser girîngiya çalakiyên hunerî û wiha got: "Armanca me ew e ku em li cem ciwanan hîstiyariya civakî pêş bixin. Bi riya şanoyê behreyên ciwanan derxînin holê û wan di nav jiyanê de serkeftinê dest bixin."
Afîşên şanoyan di encama pêşbirka di navbera xwendekarên liseyê de hatiye çêkirin. Hemû lîstêkên şanoyê dê saet 19.00'an de li Şanogeha Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê derkevin pêşberî şanohezan.
Di çarçoveya bernameya şahiyê de lîstikên van lîseyan dê bên pêşkêşkirin:
* 1 gulan Lîseya Anadolu Turk Telekom
* 2 gulan Lîseya Gaffar Okan
* 3 gulan Lîseya Yunus Emre
* 4 gulan Lîseya Fatîhê
* 5 gulan Lîseya Cumhuriyetê
* 6 gulan Lîseya Namik Kemal
* 7 gulan Lîseya Toplu Konutê
* 8 gulan Lîseya Melîk Ahmet
* 9 gulan Lîseya 500 Evler
* 10 gulan Lîseya Zîya Gokkalp
11 gulan Kokteyla girtinê
Ji DÎHA'yê hatiye girtin


