Diyarname
Pirtûka rêberê naziyan Adolf Hitler "Pevçûna Min" (Mein Mampf) ku heta niha li Almanyayê qede bû, ji ber serdema qedexeyê temam dike difikirin ku di sala 2015'an de serbest bikin.
Saziya radyo û televîzyonên Bayerische Rundfunk got ku qedexeya 70 salan a ser pirtûkê di sala 2015'an de temam dike û wisa got: "Enstîtuya Dîrokê ya Munîhê dixwaze çapeke pirtûkê ku bi awayeke zanistî hatiye şirovekirin biweşîne."
Ji peywirdarên enstîtuyê Edith Raim rastiya vê agahiyê anî ziman û diyar kir ku piştî bi dawî bûna Şerê Cîhanê yê Duyemîn heta niha ev pirtûk li Almanyayê qedexe ye. Digel vê yekê jî Wezareta Maliyeyê yê eyaleta Bavyerayê ev daxwaz red kiriye û ji bo weşandina "Pevçûna Min" tu soz nedaye enstîtuyê.